Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire 2022-03-07 16:26:09   WAN/ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Wan û Îzmîrê dabûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin. Malbatên girtiyan bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha gotin: “Bi têkoşîna gelê kurd dikare rê li ber binpêkirina mafan were girtin.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dabû destpêkirin, di roja 17’emîn de jî berdewam kir. Malbatan di çalakiyê de dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî  mirovahiyê ye” vekirin. Di çalakiya îro de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Menemenê çûn serdana malbatan.    DAYIKEKE DIN JÎ TEV LI ÇALAKIYÊ BÛ    Dayika girtiyê nexweş Abdurrahman Yildirim ku li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê tê ragirtin Vesîle Yildirim jî îro tev li çalakiyê bû. Vesîle Yildirim, da zanîn ku ev 26 sal in kurê wê di girtîgehê de ye û 2 parçeyên şarapnalê di serê wî de hene. Bi domdarî Yildirim wiha got: “Roja înê çûm serdana kurê xwe. Kurê min got ku her roj dermanan dixwe, rewşa wî ya tunduristiyê roj bi roj xerabtir dibe, carnan bi ser hişê xwe de diçe lê tevî vê yekê jî nabin nexweşxaneyê. Tişta ku tînin serê zarokên me, ne tiştên wijdanî û mirovî ne. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Banga min ji bo rayedaran ew e ku bila destê xwe deynin ser wijdana xwe.”    DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN    Di çalakiyê de hevseroka HDP’a Menemenê Adîle Yagan jî axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Yagan, anî ziman ku li gel zext û zilmê, her wiha girtî neçar dimînin ku li dijî nexweşiyan jî têbikoşin û wiha got: “Lewma çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan gelek girîng e. Hewceye gel, piştgiriyê bide çalakiyê. Girtiyên nexweş, di rewşekî wisa de ne ku nikarin di rîngan de xwe li ser pêyan bigirin. Divê ev kes li cem malbatên xwe bên dermankirin. Tu kesê xwedî wijdan, vê yekê qebûl nake.”    ÇALAKIYA WANÊ KETE ROJA 85’AN    Çalakiya malbatên girtiyên nexweş a li Baroya Wanê hatiye destpêkirin jî di roja 85’an de dom kir. Di çalakiya îro de hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan a bi navê Dilşah Alkan, bavê girtiyên nexweş Botan Tîmûr ê bi navê Kazim Tîmur û dayika girtiyê nexweş Malik Demîragaç a bi navê Emîne Demîragaç beşdarî nobetê bûn. Di nobeta îro de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyên Artemetan, Tûşba û Rêya Armûşê çûn serdana malbatan.    XETA ESAT OKTAY   Di serdanê de rêvebera DBP’a Artemetanê Bedriye Karay got ku çalakiya dayikan, çalakiyeke pîroz e û wiha domand: “Me, tu carî birêz Ocalan û girtiyên xwe ji bîr nekirine. Ew li hundir û em jî li derve di girtîgehê de ne. Tiştên ku niha li girtîgehan tê kirin, xeta Esat Oktay e. Girtiyên me, ji bo doza gelê xwe li hundir in û rûmeta me ne. Jinên kurd, jinên lehengin û tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe didomînin. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be.”    ‘PIRSGIRÊK BI TÊKOŞÎNÊ ÇARESER DIBIN’    Her wiha Kazim Tîmur jî li ser navê malbatan spasiya mêvanên xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em bi piştgiriya we gelek keyfxweş in. Ev bû 85 roj ku em li vê derê ne. Daxwaza me ew e ku piştgiriya heyî hîn xurtir bibe. Heke em xwedî li xwe dernekevin, kesek xwedî li me dernakeve. Tenê bi têkoşîna gelê kurd re dikare rê li ber van binpêkirinan bên girtin. Heke gelê kurd rabe ser pêyan û piştevaniya hev bike, dê pirsgirêkên heyî jî çareser bibin.”