Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin 2022-03-07 15:55:55 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Geverê bi hinceta ku nûçeyên ajansa me li ser medyaya civakî parvekirine, derheqê nûçegihanê me Mazlum Engîndenîz de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê rojnameger Engîndenîz îfade da.    Serozgeriya Komarê ya Geverê di çarçoveya lêpirsîna derheqê nûçegihanê ajansa me Mazlum Engîndenîz de daye destpêkirin, ji bo îfadeyê bang lê kir. Engîndenîz, li Stenbolê bû lewma bi parêzerê xwe Sercan Korkmaz re çû Midûriyeta Şîşliyê ya li Mecîdiyekoyê. Rojnameger Engîndenîz, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” îfade da.    Nûçeyên ku çêkiribûn û parvekirinên li ser medyaya civakî ji Engîndenîz hatin pirsîn. Nûçeya ajansa me ya derheqê wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li ser dîwarekî hatibû xêzkirin û Engîndenîz jî parve kiribû jê pirsîn. Her wiha nûçeyên derheqê Ocalan de hatine çêkirin û hatine parvekirin jî ji Engîndenîz pirsiyan. Ajansa me derheqê taga ji bo azadiya Ocalan hatibû vekirin de nûçe çêkiribû û Engîndenîz jî ev nûçeye parve kiribû. Dozgeriyê, parvekirina vê nûçeyê jî weke sûc pênase kir.