Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan 2022-03-07 15:18:37   AMED - Ji 16 binçavkiriyên li Emniyeta Amedê dihatin ragirtin 5 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û dema binçavkirina 11 kesan jî 4 rojan hate dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de ji bo 24 kesan biryara girtinê hatibû dayîn. Bi biryara serdozgeriyê re polîsan di 4’ê adarê de bi ser gelek malan de girt û 16 kes binçav kirin. Kesên hatibûn binçavkirin derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatibûn kirin. Ji binçavkiriyan Helen Olçen, Mehmet Faruk Deger, Mehmet Taşkiran, Îlknûr Şaylak û Adar Kalkan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin tawanbarkirin, piştî lêpirsîna wan a li emniyetê xelas bûyî, rêkirin edliyeyê.    Binçavkiriyan li edliyeyê îfade da dozger û dozger bi şertê kontrola edlî rêkirin 4’emîn Dadgeha Cezayên Silhê. Şandeya dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina derve her 5 jî berdan.    Hat zanîn ku hêjta îfadeyên 11 binçavkiriyên din nehatiye girtin û dema binçavkirinê ji bo 4 rojan hatiye dirêjkirin. Navên kesên di bin çavan de wiha ne: “Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Halîde Turkoglu, Çekdar Budak, Erol Çîftçî, Serhat Keklîk, Mûstafa Kurt, Selahattîn Sîpek, Helîn Sayin, Rojhat Karakoç, Nûrten Bîngol, Ozan Alinbay û Şerîf Tokmak.”