Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin 2022-03-07 14:06:58     MANÎSA - Li navçeya Tûrgûtlûyê, derbarê 9 HDP'iyên ku ji bo hevdîtinên budçeyê belavok belav kirine û rojnameger Îbrahîm Çoşkûn de bi angaşta "muxalefeta qanûna hejmara 2911" doz hat vekirin.    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tûrgûtlûyê ya Manîsayê, di 6'ê kanûna 2021'an de li navçeyê derbarê hevdîtinên budçeyê de belavok kiribûn. Dozgeriya Komarê Ya Tûrgûtlûyê, bi hinceta belavkirina van belavkan derbarê HDP'iyan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîna xwe temam kir û bi angaşta "muxalefeta qanûna hejmara 2911" derbarê 9 HDP'i û rojnameger Îbrahîm Çoşkûn de dozname amade kir. Dozname ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Tûrgûtlûyê ve hat qebûlkirin.    Wê danişîna yekemîn a dozê di 20'ê nîsanê de li  4'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Tûrgûtlûyê bê dîtin.