Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne 2022-03-07 13:48:30   AMED - Malbatên girtiyan ku nobeta edaletê digirin serdana Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Bajar a Amedê kirin û daxwazên xwe jê re ragihandin. Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç, got ku daxwazên malbatan daxwazên mirovî û mafdar in.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan, di roja 112'yemîn a çalakiya xwe de serdana Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Bajar a Amedê kirin. Rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHA-DER) jî bi malbatan re di serdana partiyê kirin. Serokê Partiya Pêşerojê ya Amedê Aydin Altaç û endamen partiyê malbatan pêşwazî kirin.    ‘ENQERE SOZ DABU ME’   Destpêkê xizma girtî Resahad Ada axivî û bi bîr xist ku çûne Enqerê û li wir bi partiyên siyasî re hevdîtin kirine û ji wan soz girtine û wiha got: "112 roj in em di Nobeta Edaletê de ne. Poşmantiyê li ser zarokên me ferz dikin, zarokên me ne poşman in."    Xizma girtî Xezal Yildirim jî diyar kir ku girtiyên nexweş nayên berdan û ev tişt got: "Zarokên me nexweş in divê werin berdan. Pêvîste nexwaşên girtî bên berdan. Hûn ji piştgiryê bidin me. Bila înfaza zarokên me neyê şewitandin."    İncî Guler ku birayê wê girtî ye jî wiha axivî: "Em dixwazin zarokên me bên berdan em vê qebûl nakin. Em çûn Enqerê jî me got. Li wir gotin, 'erê hûn mafdar in' lê pêvîste soza ku dane pêk bînin."    ‘BILA HEMU PARTIYEN SIYASÎ PIŞTGIRIYÊ BIDIN’   Hakki Boltan ku kurê wî Ciwan Boltan girtiyê nexwaşe jî ev tişt anîn ziman: "Zext li ser zarokên me hene. Pêwîste hemû partiyên siyasî dijî vê zextê piştgirî bidin  me. Partiyên siyasi dibêjin, 'bêhuquqî li girtîgehan heye'. 6 partî hatin cem hev lê divê ji bo çareserkirina pirsgirekan bixebitin. Lawê min li girtîgeha Bolûyê ye her roj li mala me şîn heye.”   ‘EZ Ê JÎ BÊM CEM WE’   Piştî malbatan Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç axivî. Altaç, bilêv kir ku pirsgirêk a hemû kesan e û wiha axivî: “Ev ne tene pirsgireka we ye. Ya me hemûyan e. Îro hatiye serê we wê sibê bê serê me jî. Li her dera Tirkiyeyê bêadaletî heye. Min ji dixwest werim cem we lê min cihe we nedizanî. Poşmantiya ku li ser girtiyan ferz dikin bêhiqûqî ye. Ewqas sal li girtîgehê maye çima poşman bibe. Li tû dera cîhanê tiştekî wiha nîne. Ez li vir soz didim we, rojekê ez ê jî bêm cem we. Ez ê ji partiyên din re jî bibêjim em ê bi hev re werin. Ew neyên jî ez ê werim. Daxwazên we mirovî ne û mafdar in.”   ‘DIVE GAVêN PRATÎK WERIN AVETIN’   Piştî Aydin Altaç Hevserokê MED-TUHAD- FED'ê Zekî Baran axivî. Baran, balkişand ser gotinên partiyên siyasî û wiha got: “Li ser vê axê gond hatine şewitandin, zarok hatine qetilkirin. Qestî dayiken vî welatî tûkesî êş nekişandiye. Ji bo hilbijartine 6 partî hatine cem hev lê divê gaven piratîk bavejin divêjin demokrasi li Amedê derbas dibe, lê hewceyê ji bo ve ji gav werin avetin.”