Malbatên Roboskiyê beraet kirin 2022-03-07 13:18:56   ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê ku derbarê wan de doz hatibû vekirin, beraet kir.   Bi hinceta ku tevlî bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an bûbûn, bi angaşta "propagandaya rêxistinê" derbarê 16 xizmên qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Tu kesê ku doz li wan hatibû vekirin tevlî danişînê nebûn û Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û parêzer li danişînê amade bûn.    Di danişînê de parêzeran parastina muwekîlên xwe kirin. Dozger jî xwest ku malbat bên cezakirin, lê şandeya dadgehê ji ber ku hêmaneke sûc nedît ji bo hemû bersûcan biryara beraetê da.