Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya 2022-03-07 12:39:15 MÊRDÎN - Kengî wesayîtek li ber deriyê malê re derbas bûbûya, Dayika Aştiyê Ferha Yavuz bi hêviya ku zarokên wê tê de ne, baz dida ber derî. Heta kêliyên dawî yên emrê xwe jî çiya bi çiya, wesayît bi wesayît li cenazeyê kurê xwe Dogan ê ji helîkopterê hatiye avêtin û kuştin geriya û li benda keça xwe Emîneyê ma.   Dayika Aştiyê Ferha Yavuz (83) ku li gundê Delavê Dengiza yê Stewr a Mêrdînê dijiya, di 4’ê adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê wefat kir. Kurê Dayika Ferha yê bi navê Recep Yavuz, di 20 saliya xwe de ji bo xebatê diçe Cizîrê. Di salên 1987-1988’an de tûpek diteqe û kurê wê jiyana xwe ji de dest dide. Di sala 1990’an de jî malbata hevjînê keça wê Emîneyê neçarî koçberiyê tên kirin û ji wê rojê ve tu agahiyan ji keça xwe nagire. Bi çûna keça wê re jî êdî li hêviyê mayîna ber derî, dest pê dike.    AGAHÎ JÊ NEGIRTIN   Di 13’ê adara sala 1990’an de li qada Girê Şêran a Stewrê, 13 PKK’î jiyana xwe ji dest didin. Bi vê bûyerê re li gund êdî tiştên awarte diqewimin. Ji kuştina 13 PKK’iyan Malbata Hecî Sebrî weke berpirsyar tên dîtin. Dewlet jî bi hinceta “ewlehiya wan nîne”, 60 endamên malbatê koçber dike. Keça Dayika Ferhayê ya bi navê Emîne, bûka wê malbatê bû û hevjînê wê wefat kiribû. Lê ji ber ku malbata hevjînê wê koç kiribû, ew jî neçar dimîne ku tevî zarokên xwe bi malbata hevjînê xwe re koç bike. Ji wê rojê heta niha jî kesek nizane bê ka çi bi wê malbatê hatiye. Bi çûna Emîneyê re Dayika Ferha tu agahiyan ne ji wê û ne jî ji neviyên xwe digire.    KURÊ WÊ JI HELÎKOPTERÊ HATE AVÊTIN   Di vê navberê de kurê Dayika Ferha yê bi navê Dogan Yavuz (Dijwar), tev li refên PKK’ê bû. Di demekî ku Dayika Ferha li benda keça xwe disekinî, kurê wê di sala 1995’an de li çoltarê gundê Mehsertê bi birîndarî hate girtin. Agahiya ku Dogan Yavuz bi birîndarî hatiye girtin û li çoltara Stewrê ji helîkopterê hatiye avêtin û kuştin, li her deverê belav bû. Dayika Ferha, bi rojan li deverên çiyayî yên Stewrê li cenazeyê kurê xwe geriya. Di wê navberê de hevjînê wê Suleyman jî diçû qereqolê û aqûbeta kurê xwe dipirsiya. Lê Suleyman Yavuz her carê dihat îşkencekirin lewma jî êdî Dayika Ferhayê berê xwe da qereqolê. Lê tu carî agahiyek bi dest nexist.    ÇAVÊ WÊ HER TIM LI DERÎ BÛ   Ji wê rojê û şûnde çavê Dayika Ferhayê her tim li derî bû. Her cara ku wesayîtek li pêşiya deriyê wan disekinî, digot qey kurê wê Dogan vegeriyaye û baz dida derve. Ev hêvî û bazdana Dayika Ferha tu carî xelas nebû. Demekê piştre êdî ji xwarinê bû û nexweşiyên wê dest pê kirin. Di sala 2006-2007’an de êdî hêdî hêdî bîra xwe winda dike. Her çiqas bîra xwe winda kiribe jî, her carê baz dida ber deriyê malê û çiya bi çiya li zarokê xwe geriya.     ‘ÊŞA WÊ, QEDEM LÊ ŞIKANDIN’   Cîrana Dayika Ferhayê, Zekiye Alokmen qala wê dike û wiha dibêje: “Gelek êş kişand. Hevjînê wê kete girtîgehê. Bêkes û bêxwedî ma. Ji bo debara xwe di karên xelkê de xebitî. Ji ewil kurê wê Recep rehmet kir û piştre jî keça xwe ya Emîne winda kir. Vê jî, êşa wê hêj mezintir kir. Bi bûyera Girê Şêran re gund ji hev belav bû. Ew jî neçar man ku li Mêrdînê bijîn. Bi valakirina gund re hemû kesî gelek zehmetî kişandin. Lê rewşa wan ji ya hemû kesî xedartir bû. Piştî ku kurê wê Dogan hatiye kuştin, ji helîkopterê hatî avêtin û windakirin, êdî êşa wê gelek girantir bû. Piştî wê bûyerê, êdî derûniya wê roj bi roj xerabtir bû. Ne xizanî lê êşa wê qedem lê şikandin. Her roj qala kesekî dikir. Qala zarok û nêviyên xwe dikir. Ev 15 sal bûn ku derûniya wê baş nebû.”    ‘DAYIKEKE DILBIÊŞ BÛ’   Di berdewamê de Alokmen anî ziman ku Dayika Ferha her roj bi hêviya ku dê zarokên xwe bibîne, dida pey wesayîtan û wiha bi dawî kir: “Digot; ‘ez ê kurê xwe bibînim, ez ê biçim keça xwe bibînim.’ Jineke jidil bû. Tu carî fesadî nedikir. Ji mirovan gelek hez dikir. Keseka henekker bû. Tu mînîbûsek bêyî wê ji vir derbas nedibû. Me, navê keya lê kiribû. Her tim li benda wesayîtan bû. Kî ji Mêrdîn û Stewrê bihata, ileh bi wê re sihbet dikirin. Çaya wê vedixwarin. Kengî wesayîtek bihata digot; ‘Zarokên min tê de ne. Niha Emîne tê de ye. Dogan tê de ye.’ Nekarîbû Recep jî bibîne. Her tim digot; ‘Min li kêla Recep veşêrin.’ Ji xwe wisa jî kirin. Dayikeke dilbiêş bû. Hevjînê wê jî niha di beşa venihêrîna awarte de ye. Ew bi xwe jî li malê heliya û bi vî awayî çû.”    MA / Ahmet Kanbal