Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir 2022-03-07 11:24:18   WAN - Dadgeha Herêmê ya Wanê, biryara redkirina dadgeha herêmî ya derbarê binpêkirina mafê rojnameger Ednan Bîlen ku ji ber nûçeya avêtina 2 welatiyan a ji helîkopterê hatibû girtin de li dijî hiqûqê dît û xera kir.    Parêzerê rojnameger Adnan Bîlen ku ji ber nûçeya avêtina 2 welatiyan a ji helîkopterê hatibû girtin Mûra Tîmûr, ji ber binpêkirina mafên Bîlen ên ji gelek aliyan ve doz vekiribû. Doz ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hatibû redkirin. Li ser vê Parêzer Bîlen ji bo temyîzê dozê biribû îstinafê. 5'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Wanê ku biryara dadgehê herêmî nirxand, diyar kir ku dadgeha herêmî biryareke hiqûqî nedaye û biryarê xera kir. Her wiha ji bo ku ji nû vê bê dîtin dozê careke din ji dadgeha herêmî re şand.