Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin 2022-03-07 09:18:50 AMED - Di doza ku Menîce-Şeyhmûs ên hevjînên hev ku polisan bi kuçikan îşkence li wan kiribû de Wezareta Karên Hundir mehkûmî 60 hezar TL tazmînatê hat kirin. Di 31'ê gulana 2020'an de li navçeya Rezan a Amedê, piştî bûyera kuştina polis Atakan Arslan polisan bi ser mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ên hevjînên hev de girtibûn û bi kuçikê di bin kontrola polis Serdar G. de îşkence li wan kiribûn û ew birîndar kiribûn. Di doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin de Wezareta Karên Hundir mehkûmî tazmînatê hat kirin.    PARASTINA WEZARETÊ   Menîce-Şeyhmûs ên hevjînên hev, piştî bûyerê bi rêya parêzerê xwe Selameddîn Varol li 3'emîn Dadgeha Îdarê ya Amedê derbarê Wezareta Karên Hundir cuda cuda bi daxwaza 40 hezat TL'yî doza tazmînata maddî û menewî vekiribûn. Di çarçoveya dozê de Wezareta Karên Hundir parastin daye û raporên nexweşxaneyê paşguh kiriye û "îşkence û mehmeleya xerab" qebûl nekiriye. Wezaretê, girteka şikandina derî ya polisan jî j nedîtî ve hatiye û gotiye xesara ku pêk hatiye ji ber kêmasiya şexsî ya polis pêk hatiye û nikare qala îhmala îdareyê bê kirin û daxwaza tazmînatê red kiriye.   BIRYARA TAZMÎNATÊ YA 60 HEZAR TL'YÎ   Dadgeha Îdareyê parastina wezaretê qebûl nekir û ji ber xesarên maddî û menewî wezaretê mehkûmî razandina tazmînatê kir. Dadgehê, ji 40 hezar TL'yan 30 TL'yan qebûl kir û biryar da ku 60 hezar TL tazmînata maddî û menewî ji bo Menîce-Şeyhmûs ên hevjînên hev bê razandin. Aliyan biryara dadgehê bir Dadgea Îstinafê.    Parêzer Selameddîn Varol, biryarê nirxand û diyar kir ku di bûyerên leşker û polisan de dadgeh biryarên ku wijdanê civakê rehet bikin nadin û got ku ji ber dadgehê beşeke daxwaza wan qebûl kiriye serî li Dadgeha Îstinafê dane. Varol, qebûlkirina tazmînatê ya di bin daxwaza wan de jî erênî dît.    DANIŞÎNA YEKEMÎN DI 23'Ê GULANÊ DE YE   Li aliyê din ji ber birîndarbûna Menîce-Şeyhmûs ên hevjînên hev danişîna doza ku bi sûcdariya "birîndarkirina qestî û ne baş bikaranîna peywira cemaweriyê" li polis Serdar G. hatiye vekirin jî wê di 23'ê gulanê de li 4'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Amedê bê dîtin. Ji polisê bersûc Serdar G. re ji 2 salan heta 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.