Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da 2022-03-06 18:41:20   MÊRDÎN - Dayika Ferha Yavûz ku 27 sal bûn li benda kurê xwe yê ji helîkopterê hatibû avêtin û piştî hatibû kuştin cenazeyê wî hatibû windakirin bû, jiyana xwe ji dest da.      Dayika Aştiyê Ferha Yavûz (83) ku li gundê Delavê Dengiza yê navçeya Stewrê ya Mêrînê dijiya, hat hinbûn ku di 4'ê adarê de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yavûz li gund hat veşartin. Kurê dayikê Ferha Dogan Yavûz (Dijwar) ku tevlî PKK'ê bûbû û di sala 1995'an de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê birîndar hatibû girtin. Piştre leşkeran Yavûz li helîkopterê siwar kiribûn û li nêzî gundê wî Dengiza avêtibûn xwarê. Dayika Ferha 27 sal bûn li benda kurê xwe yê ku cenazeyê wî hatibû windakirin bû. Dayika Ferha, bi hêviya ku kurê wê têde be ber bi her wesayîta ku dihat mala wê ve direviya.