Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê 2022-03-06 16:57:22   RIHA - Li ser sînorê navçeya Bêrecûka Rihayê û Kobanê ÎHA’yek aydê TSK’ê ket xwarê.    Li gundê Çepçepî ku dikeve ser sînorê navçeya Bêrecûka Rihayê û bajarê Kobanê, Maşîneya Hewayî ya Bêmirov (ÎHA) hate xwarê û ket nava baxçeyê fistikan. Hat diyarkirin ku ev ÎHA aydê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ye û ji ber sedemek nayê zanîn ketiye xwarê. Hat zanîn ku piştî firiyaye kêliyek şûn ve ketiye xwarê. Welatiyên derdorê agahî dan leşkeran. Leşker hatin cihê bûyerê û rakirin ÎHA’yê birin.