Nobeda Edaletê ya li Wanê didome 2022-03-06 15:58:37   VAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê di roja 84’emîn de berdewam kir.   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Wanê di roja 84’yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê berdewam kirin. Dilşah Alkan a hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye, Kazim Tîmûr ê bavê Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye û Zubeyde Abî ya hevjîna Ebedîn Abî yê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin nobeda îro berdewam kirin. Dayikên taxa Xaçortê serdana nobedê kirin û piştevanî dan malbatên girtiyan.    Di serdanê de Hanîfe Kaçar a ji taxa Xaçortê axivî û got ew jî daxwaz dikin ku girtiyên nexweş werin berdan.