Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir 2022-03-06 11:16:10   RIHA - Malbata Şenyaşar derbarê salvegera nobeda xwe ya edaletê de peyamek bi video parve kir û got: “Nobeda me dibe dîrokî. Em her kesê ku dixwaze şahidiya dîrokê bike vedixwînin ber avahiya edliyê.”       Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 362’emîn de berdewam dike. Ji ber ku îro edliye girtî ye, Emîne û Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobedê domandin.    ‘HÛN JÎ WERIN ROJEK NOBED BIGIRIN’     Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi videoyek peyama têkildarî salvegera yekemîn a nobeda xwe ya edaletê belav kir û her parêzvanên mafê mirovan vedixwînin roja 9’ê mehê. Di vidoeyê de beşek êrişa li ser kargeha malbatê û çalakiya nobedê cih digire. Di videoyê de ev peyam cih digire: Dema me nobeda xwe li vir da destpêkirin, em du kes bûn. Îro doza me veguheriye doza raya giştî. Roja çarşemê di 9’ê mAdarê de hûn jî werin rojek bi me re Nobeda Edaletê bigirin. Nobeda me dibe dîrokî. Em her kesê ku dixwaze şahidiya dîrokê bike vedixwînin ber avahiya edliyê.”    Her malbatê li ser videoyê jî vê twîtê belav kir: “Hewara dayika li ber deriyê Edliya Rihayê tevahiya dinyayê bihîst. Heta edalet neyê, girîngiyê nedin mafê mirovan, aborî baş nabe, rojên xwe wê neyên. Nifirê bi hezaran însan hene.”