Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye 2022-03-06 09:28:04   AMED - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken, ji bo biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê yên hikumetê ev tişt got: "Ne zanistî, siyasî ye."   Şewba virûsa koronayê ku hemû dinyayê daye ber xwe, 3 salan li pey xwe hişt. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, nîvekî rojê 30 hezar kes bi vîrûsa koronayê dikevin û 180 kes jî pê jiyana xwe ji dest didin. Heta niha tenê ji sedî 35'ê civakê 3 doz derzî li xwe xistine. Daneyên Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ji daneyên wezaretê gelek cudatir in. Li gorî daneyên TTB'ê jî nîvekî rojê 60 hezar kes bi vîrûsa koronayê dikevin û 200 kes jî pê jiyana xwe ji dest didin. Dîsa li gorî van daneyê ji 25 milyonan zêdetir kes rexmî ku dema wan a derzîkirinê hatiye jî hê derzî li xwe nexistine.    PISPOR BIBETEK IN   Rexmî vê rewşê jî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, bi daxuyaniyekê bergiriyên vîrûsa koronayê sist kir û li derve û li cihên girtî yên di asteke têrker de hewadariyên wan hebin bikaranîna berdevkan rakir. Her wiha sepan qoda HES'ê jî hat kirin û êdî ji pêketiyên vîrûsa koronayê polên dibistanan neyên girtin û perwerde bê berdewamkirin. Bijîjk û pisporên ku di mijara tenduristiya civakê de têdikoşin, li dijî van biryarên desthilatê bibertek in û hişyariyan dikin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken, derbarê mijarê de axivî û nirxandinan kir.   'WÊ MIRIN ZÊDE BIBIN'   Şiyar Guldîken, diyar kir ku ji serî ve desthilat û Wezareta Tenduristiyê pêvajoya pandemiyê baş bi rê ve nabin û wiha got: "Daneyan diguherînin û civakê manîpule dikin. Dema ku Wezîrê Tenduristiyê ragihand bergiriyên pandemiyê radikin, endemên Lijneya Zanîstê yên li cem wî berdevkên herî parêzger li ber devê wan bûn. endamên lijneyê bi zanîst tevgeriyan lê wezîr siyasî. Heke li cihên girtî maske neyê bikaranîn wê mirin berdewam bikin û em ê xiza pêketinê nikaribin bidin sekinandin."   JI BO HILBIJARTINÊ BERGIRIYAN SIST DIKIN   Guldîken, destnîşan kir ji ber hilbijartineke muhtemel biryara sistkirina pandemiyê hatiye dayîn û derbarê mijarê de ev tişt got: "Wê di demeke nêz de starta hilbijartinê bê dayîn. Yek ji astengiyan mezin a li pêşiya hilbijartinê daneyên bilind ên vîrûsa koronayê bûn. We niha van daneyan daxînin. Testkirina zêde zêdebûna peketiyan bû. Lê niha wê kêm testan bikin û girêdayî vê wê hejmara pêketiyan daxînin. Manîpulasyon jî jixwe didome. Bi pêvajoya hilbijartinê re wê êdî bi hêsanî civîn û mitîngan li dar bixin. Teqez rojên nexweş li pêşiya me ne.    BANGA LI WELATIYAN   Di berdewamê de Guldîken, da zanîn ku di mijara tenduristiyê de berpirsyariya wan a rastiyan ji civakê re bibêjin heye û ev hişyarî kirin: "Divê em ji bîr nekin ku derzîkirin amûreke baş a pêşgirtina vîrûsa koronayê ye. Divê em ji bîr nekin ku li vî welatî bi derziyê serî bi nexweşiyên mîna jana zirav, dîzanterî û felca zarokan re hatiye derxistin. Ji ber vê derzîkirin gelek girîng e. Kesên ku derziyên wan kêm in divê teqez derziyên xwe teman bikin û heta pêkan be nekevin cihên girtî. Heke bikevinê jî divê teqez berdevk bi kar bînin."   MA / Eylem Akdag