Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe 2022-03-06 09:12:10   MÊRDÎN - Orhan O. ku gava di nezaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Dêrikê de bûye, ji bo destava xwe xweş bike bang kiriye, lê ji ber ku kesî deng ji xwe neaniye caxên hesinî yên nezaretxaneyê şikandine û çûye mala xwe. Ji ber vê derbarê Orhan O. de doz hatiye vekirin.    Li Midûriyeta Polîsan a Navçeya Dêrik a Mêrdînê bûyereke "firarê" ya ecêb qewimiye. Ji ber vê bûyerê derbarê Orhan O. de bi îdiaya "zirar daye malê dewletê" doz hatiye vekirin û derbarê 3 polîsan de jî bi hinceta "peywira xwe paşguh kirine" lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gor agahiyên bi dest ketine, bûyer di 21'ê Mijdara 2021'ê de li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê çêbûye. Li Dêrikê Orhan O. bi sûcê "diziyê" hatiye binçavkirin û ew xistine nezaretxaneyê. Piştî wextekê Orhan O. xwestiye destava xwe xweş bike û ji bo vê bang li polîsan kiriye. Lê piştî çend dengan, deng ji kesî nehatiye. Li ser vê Orhan O. jî rabûye caxên hesinî yên nezaretxaneyê tewandine û ji nezaretxaneyê derketiye.    CAX TEWANDINE, ÇÛYE MALA XWE   Orhan O., qederekê li ber xwe daye û axirê caxên hesinî şikandine û ji nexzaretxaneyê derketiye û çûye tuwaleta midûriyeta polîsan. Orhan O., piştî xweşkirina destava xwe, xwestiye cardin biçe nezaretxaneyê, lê ji ber ku deng ji kesî nehatiye vê carê çûye hewşa midûriyetê û cardin bang kiriye. Piştî bangkirinê qederekê sekiniye û wê çaxê ferq kiriye ku kes li mdirûiyetê tune ye û lê xistiye xwe di ser dîwar re avêtiye û çûye mala xwe.    POLÎSAN SERÊ SIBEHÊ FERQ KIRIYE   Polîsên ku danê sibehê hatine midûriyetê, ferq kirine ku Orhan O. ne di nezaretxaneyê de ye û caxên nezaretxaneyê şikandî ne. Piştî vê ji polîsên nobedar pirsîne û paşê hayê dozger pê xistine. Dozger ewilî biryar daye ku Orhan O. bê zevtkirin û polîs gava çûne mala Orhan O., dîtine ku li mala xwe di xew de ye. Polîs Orhan O. anîne midûriyeta polîsan û ji bo tetbîqatê wî birine nezaretxaneyê bê ka çawa caxên hesinî şikandine. Lê belê, dîtine ku Orhan O. nikaribûye wan caxan ji cih jî bileqîne.    Orhan O. ji ber sûcê berê pê dihat tawanbarkirin hatiye girtin û bi hinceta caxên nezaretxaneyê şikandine bi îdiaya "zirar daye malê dewletê" derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha derbarê 3 polîsan de jî bi sûcê "peywira xwe paşguh kirine" lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Lêpirsîna derbarê her sê polîsan de hê wekî xwe ye, lê lêpirsîna derbarê Orhan O. de veguheriye dozê. Îdianameya hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya asliye ya Dêrikê ve hatiye qebûlkirin. Di îdianameyê de Orhan O. bi sûcê" zirar daye malê dewletê" hatiye tawanbarkirin.    MA / Ahmet Kanbal