‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin' 2022-03-06 09:05:59   STENBOL - Nûnerên MATUHAYDER, ÎHD û TÎHV’ê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin ku beriya encamên girantir ji girtîgehan derkevin, divê hemû kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li girtiyan derkeve.    Binpêkirinên mafên mirovan û polîtîkaya tecrîdkirinê ya li Girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibe. Înfaza gelek girtiyan tên şewitandin, girtiyên nexweş di hucreyan de jiyana xwe ji dest didin û gelek jî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Ji sala 2021’an heta serê sala 2022’yan, 9 girtiyan li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Komeleya Mafên Mirovan di adara 2021’an de raporek parve kir û da zanîn ku 604 jê giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.   Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî rewşa girtiyan ji ajansa me re axivîn û ji bo berdana girtiyên nexweş bang kirin.    GIRTÎ DI ŞERTÊN NEMIROVÎ DE TÊN RAGIRTIN    Der barê mijarê de endamê Lijneya Rêveber a TÎHV’a Stenbolê Ûmît Efe da zanîn ku ji ber îşkence û tundiyê, girtî di şert û mercên nemirovî de dijîn û wiha got: “Ev binpêkirin, di her aliyê jiyana wan de tên kirin. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyên nexweş bi salan in ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan. Ji bo berdana girtiyan, hewceye ji girtîgehên baş rapor bên wergirtin. Divê astengiya bi navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ jî bê rakirin. Hewceye saziyên civakî û gel li hemberî mirinê ewqas bêdeng nemînin. Gelo siyasetmedar çima bêdeng in? Li girtîgehan mirov dimirin. Divê em li dijî êrişên dewletê yên giran, destê xwe bidin hev û bi têkoşîneke hevpar dengê xwe bilind bikin. Divê em bibin dengê girtiyên nexweş û raperîna wan.”   TEM BANDORÊ LI ATK’Ê DIKE    Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî diyar kir ku ATK, serlêdanên girtiyên nexweş red dike û wiha domand: “Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe. ATK, ji ber destwerdanên li derve nahêle girtiyên nexweş bên berdan. TEM, fermanê dide ATK’ê ku girtiyên nexweş neyên berdan. Qaşo cezayê îdamê rakirine lê bi cezayê muebbeta giran û neberdana girtiyên nexweş re wan girtiyan îdam dikin. Bi qanûna înfazê ya nû re girtî tên tecrîdkirin. Banga me ji berpirsyar û rayedaran ew e ku girtiyên nexweş berdin. Divê raya giştî jî di vê mijarê de hestiyar tevbigere. Em vê zilma li girtîgehan tê kirin şermezar dikin û divê ev zilm bi dawî bibe. Ev pirsgirêk, tenê pirsgirêka 3-4 malbatan nîne. Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û divê her kesê xwedî wijdan, xwedî li girtiyan û malbatên wan derkeve.”    GUH Û ÇAVÊN XWE NEGIRIN!    Nûnerê MATUHAY-DER’ê Şahîsmaîl Îtîk jî derheqê mijarê de axivî û da zanîn ku sepanên niha, ji zilma 12’ê Îlonê girantir in. Îtîk, diyar kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş hewceye civak rabe ser pêyan û axaftina xwe wiha qedand: “Ji saziyên civaka sivîl heta malbatên girtiyan, hewceye hemû kes êdî gavekî biavêje. Roj, roja xwedîderketin, berxwedan û têkoşîneke hevpar e. Banga me bo hemû sazî û partiyan ew e ku çav û guhên xwe ji vê mijarê re negirin. Hz. Elî dibêje; ‘Li hemberî zilmê serê xwe netewînin. Heke we tewand, dê rojekî exlaq û wijdana xwe jî winda bikin.’ Lewma divê her kes dengê xwe bike da ku exlaqê xwe winda neke. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li girtîgehan û girtiyên nexweş derkevin. Em naxwazin êdî darbestên hevalên me ji girtîgehan derkevin.”