ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-06 09:01:08     * Şîlan Dora ku 20 sal in di çalakiyên 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê got: "Hîseke bêhempa ya dikên 8'ê Adarê heye. Ji lew re tu li wir ji bo azadiya jinên nayên hesibandin, tahde li wan tê kirin distrêyî."    * Rojnamevanên jin ku bêyî guh li gotinên wekî "wê mêr bêjin çi" dinivîsin, diyar kirin ku bi nûçevaniya xwe hem di çapemeniya muxalif, hem jî di çapemniya hewzê de guherîneke mezin afirandine.    * Nûnerên MATUHAYDER, ÎHD û TÎHV’ê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û gotin ku beriya encamên girantir ji girtîgehan derkevin, divê hemû kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û xwedî li girtiyan derkeve.    * Orhan O. ku gava di nezaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Dêrikê de bûye, ji bo destava xwe xweş bike bang kiriye, lê ji ber ku kesî deng ji xwe neaniye caxên hesinî yên nezaretxaneyê şikandine û çûye mala xwe. Ji ber vê derbarê Orhan O. de doz hatiye vekirin.    * Seroka Komeleya Jinan a Starê Dîlan Kûnt, diyar kir ku li Wanê di mehekê de 4 jin hatine qetilkirin. Kûnt, bal kişand ser sûcên ku tiliya kesên biunîforma û got: "Em ê dev ji kiryarên tiliya wan di sûcên li hemberî jinan de bernedin û wan teşhîr bikin."    * Parêzer Ummuhan Kaya, diyar kir ku rayedar bi astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re sûc dikin û got ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike.    * Şaredariya Wanê ya di  bin rêveberiya qeyûm de qada 66 hektar li qeraxê Gola Wanê ji îmarê re vekir. Serokê Şaxa ÎMO’ya Wanê Mîhaîl Atîk got vekirina qeraxê golê ji bo îmarê, li bajêr projeya rantê ya herî mezin e.   * Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken, ji bo biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê yên hikumetê ev tişt got: "Ne zanistî, siyasî ye."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 363'yemîn de berdewam bike.    * TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî  û şahiyan li dar bixin. (12.00-19.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li dar bixe. (10.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Hatayê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li eywanek dawetê Kongreya xwe ya Asayî ya 4'emîn li dar bixe. (12.00-17.00) ZINDΠ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Amed, Wan û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bike. (14.00-16.00)