TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin 2022-03-05 14:33:09 AMED - TUHAY-DER'a Amedê bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyanî da û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên jinên girtî pê rerûbi rû tên hiştin û got: “Em ê li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin û bibin dengê girtiyan.” Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Amedê (TUHAY-DER) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê têkildarê binpêkirinên mafan ên ku jinên di girtîgehan de pê re rûbirû dimînin, li ber deriyê avahiya xwe ya ku li semta Tesîslera Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MED-DER, MEBYA-DER, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên TUHAY-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxyuyaniyê de pankarta ku li ser “Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî” nivîsandiye hat vekirin.    Hevseroka TUHAY-DER’ê Guler Yuksekbag metna daxuyaniyê xwend.    ‘EM LI SER RÊÇA TÊKOŞÎNA GARÎBE NE'    Yuksekbag bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê û got: “Jinên ku li dijî hişmendiya baviksalerî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedane di girtîgehan de jî li dijî hişmendiya baviksalarî û nîjadperest têkoşîna xwe didin berdewamkirin. Bûyera ku bi serê Garîbe Gezer hatiye yek ji nîşaneyên hişmendiya takekes û baviksalerî ya îqtidar dixwaze ava bike ye. Em jî piştgiriyê didin têkoşîna Garîbeyê û didin berdewamkirin.”   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'    Yuksekbag destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîd berdewam dike û wiha domand:  “24 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê meşandin û ji sala 2019’an ve bi tu awayî hevdîtina bi parêzeran re pêk nehat û saleke jî tu xeber jê nehatiye girtin. Divê dawî li tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin bê anîn û hevdîtin bi parêzeran re pêk bê.”   ‘GIRTÎGEH BÛNE MALÊN MIRINÊ'    Yuksekbag bal kişand ser neberdana girtiyên cezayê wan qediyaye û wiha axivî: "Li girtîgehan bi awayekî kêyfî lêgerînên tazî têne kirin û jinên vê yekê red dikin jî tên cezakirin. Gelek girtiyên siyasî bi hinceta van cezayan înfazên wan hatine şewitandin û ruxmê cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Tenê di sala 2021’ê de 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Girtîgeh vegeriyane mala mirinê. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û li dijî wan polîtîkayek dijminatiyê tê meşandin. Em dizanin ev îşkence û tecrîda li girtîgehan ji kîja hişmendiyê re xizmetê dike.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'   Yuksekbag wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li dijî hemû êriş û polîtîkayên li dijî girtiyan tên meşandin têkoşîna xwe ya azadiyê bidin berdewamkirin. Em ê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bibin dengê hemû jinên di girtîhan de. Em ê bi heman bawerî û vînê azadiya jinê biqêrin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî 8’ê Adarê” bi dawî bû.