Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’ 2022-03-05 13:26:55 ENQERE – “Lêgerîna nava dev” a ku Wezareta Dadê înkar dikir, di biryara Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê de cih girt. Ji berk u Abdurrahman Guner ê nexweşiya penceşêra mîdeyê pê re heye, “lêgerîna nava dev” qebûl nekir, tedawiya wî hat astengkirin û cezayê dîsîplînê lê hat birîn.    Abdurrahman Guner û Ramazan Demîr li Girtîgeha Karabukê ya Tîpa T’yê girtî ne. Her du girtiyan jî sepana, “lêgerîna nava dev” qebûl nekir. Tedawiya wan hat astengkirin. Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê bi hêceta “li dijî lêgerînê derketine” mehek cezayê hevdîtina serdêran li wan birî.    Di biryara hêcetê de hatiye gotin ku lêgerîn ango kontrola nava dev ne li dijî rûmeta mirovahiyê ye.    Abdurrahman Guner têkildarî neheqiya li wan hatiye kirin, name ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu re şand û tiştên ku hatine serê wan û cezayê dîsîplînê ku li wan hatiye birîn vegot.    JI REWŞA XWE BI FIKAR E    Guner di nameyê de gotiye nexweşîna penceşêra mîdeyê pê re heye û 30 sal in di hepsê de ye û divê ew dem bi deman ji bo tedawiyê biçe nexweşxaneyê. Guner di nameyê de aniye ziman ku ji bo ew biçin nexweşxaneyê şertê lêgerîna nava dev li wan tê spartin. Guner di nameyê de da zanîn ku rêveberiya girtîgehê li wan neheqiyan dike û cezayê dîsîplînê ku mehek serdan lê hatine qedexekirin lê birîne. Guner got ew terkî mirinê hatiye kirin. Guner destnîşan kir ku lêgerîna nava dev jî wek sepana lêgerîna tazî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û tewdawiya wî tê astengkirin û fikarên wî zêdetir dibin. Guner diyar kir ku divê cezayê wî yê hepsê 7 meh şûn ve biqede û di midetnameya jê re hatiye şandin de hatiye gotin ku berdana wî taloqî 17’ê cotmeha 2023’yan hatiye kirin û bi vî awayî berdana wî tê astengkirin.    WEZARETÊ LÊGERÎNÊ ÎNKAR KIRIBÛ    Wezareta Dadê duh jî li ser nûçe û agahiyên ku derbarê “lêgerîna nava dev” de tên çêkirin û belavkirin înkar kir û Wezaret îdia dike ku sepana “lêgerîna nava dev” derveyî rastiyê ye.    GERGERLÎOGLU BERSIV DA    Parlamentera Omer Farûk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û nameya jê re hatiye şandin parve kir. Gergerlîoglu daxuyaniya Wezaretê bi bîr xist û û got: “Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan duh daxuyaniyek bêşerm da û daxuyaniya derewkar a ‘lêgerîna nava dev tune ye’ da.”