Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir 2022-03-05 11:37:34     WAN - Ji bo ku zarokên rastî binpêkirinan tên û xizmên wan bikarin xwe bigihînin saziyê, Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir.    Şaxa Konfederasyona Sendîqeyên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo pêşîlêgirtina cihêkariya li zarokan tê kirin, Komîsyona Zarokan ava kir. Komîsyonê di 11’ê sibatê de dest bi xebatên xwe kir. Ji bo ku zarokên rastî binpêkirina mafan hatine bikarin xwe bigihînin wan, xeta îxbarê çalak kirin.    Têkildarî mijarê Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a KESK’ê Mahsûn Geylan axivî û da zanîn ku cara ewile li Tirkiyeyê sendîqayek komîsyona zarokan ava dike. Geylan, destnîşan kir ku ji vê hewla xwe armanc dikin ku di bûyerên êrişên zayendî de zarokan biparêzin û nehêlin mexdûr bibin. Geylan, anî ziman ku ji bo perwerdekirina endamên komîsyonê li saziyê dest bi perwerdeyê kirine û dixwazin ku têkildarî binpêkirinên li dijî zarokan platformekê ava bikin.    Geyla herî dawî jî wiha got: “Ji bo ku zarok, xizmên wan û yên bûne şahidê bûyerê bikarin di demekî herî nêz de xwe bigihînin komîsyonê, me xeta îxbarê çalak kir. Hemû kes dikarin bi rehetî xwe bigihîne me.”   Zarokên rastî binpêkirina mafan hatin û xizmên wan li ser hejmara “0432 214 61 69" dikarin xwe bigihînin komîsyonê û alîkariyê jê bixwazin.