Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe 2022-03-05 11:17:30   WAN - Derket holê ku Serokê Şaredariya Tuşbayê yê AKP’î Salih Akman du îhaleyên bi 3 milyon û 58 hezar lîreyan dayîne pismamê xwe Ridvan Akman.    Hat zanîn ku Serokê Şaredariya Tûşba ya Wanê Salih Akman di demên berê de du îhale dayîne pismamê xwe.    ÎHALE DAN PISMAMÊ XWE   Şaredariya Tûşba ya Wanê di 21’ê gulana 2021’an de karê “qîrkirina cehde û kolanan” û di 10’ê kanûna 2020’an de jî karê “sererastkirina hawirdora navenda civakî” dabûn îhaleyê. Derket holê ku serokê şaredariyê Salih Akman, her du îhale jî dayîne pismamê xwe Ridvan Akman. Akman, bi rêbaza îhaleya vekirî re ji bo karê qîrkirina rêyan 2 milyon û 296 hezar û 490 lîre û bi rêya bazariyê jî ji bo karê sererastkirina hawirdorê 761 hezar û 900 lîre pere wergirtine. Akman, bi giştî ji her du îhaleyan 3 milyon û 58 hezar û 390 lîre pere wergirtine.    KARGEH DI NAVA 2 SALAN DE MEZIN BÛ   Di dekontan de xuya bû ku Şaredariya Tûşbayê ji bo îhaleyan, di 11’ê tebaxa sala 2021’an de ji hesaba kargeha Endezyariya Akman re 486 hezar û 779 TL pere şandine. Endezyariya Akman, ji sala 2014’an heta sala 2019’an ji îhaleyan 2 milyon û 180 hezar TL pere qezenc kiribûn. Lê piştî ku Akman bûye serokê şaredariyê, pereyê ku ji îhaleyan wergirtî 25 milyon lîre derbas kir.    MAZBATA DABÛN AKMAN    Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz weke serokên Şaredariya Tûşbayê hatin hilbijartin. Lê belê YSK’ê bi hinceta ku Berkî bi KHK’ê hatiye îxrackirin, mazbataya wî da Salih Akman ê AKP’î. Li ser vê yekê jî endamên meclisa şaredariyê yên HDP’î ji kar hatin avêtin û hejmara endamên AKP’î ya li meclisê ji yên HDP’ê zêdetir bûn.