Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide 2022-03-05 10:14:22 AMED - Kovara Jineolojiyê ya ku nîqaşên jinan lê tê nivîsandin 6 sal in weşana xwe didomîne. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rûşen Seydaoglu got kovar kanalên ramana nû ava dike û li dijî aqilê pozîtîvîst şêwaza jiyanek nû datîne holê.  Jinên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û pirsgirêka kurd di 40 salên dawî de gavên gelek girîng avêtin. Têkoşîna xwe bi Kovara Jîneolojiyê re leztir û kûrtir kirin û berfireh dikin. Jîneolojiyê bi dirûşma “Zanista li derdora jinan li pêş bikeve, gava ewil a ber bi civaknasiya rast ve ye” di 8’ê Adara 2016’an de dest bi weşanê kir. Ev kovarek teoriye ye û ji ku dest bi weşanaxwe kiriye ji bo jinan bûye kovarek serek. 6 sal li pey xwe hişt. Kovar ji hejmara xwe ya ewil heta niha mijarênwek “Rêbaz û heqîqeta li ser rastiya jinan”, “Wek xweparastinê Jineolojî”, “Nêrîna ber bi xwezaya jinan”, “Xwezaya zilam û zilamtî”, “Hevjiyana azad” û “Rêbazên berxwedana jinan û polîtîkayên perwerdehiyê” lêkolîn kir û heta niha 24 hejmar gihîştine ber destên xwîneran.    Endama Desteya Weşana Kovara Jineolojiyê parêzer Rûşen Seydaoglu derbarê xebata kovarê de ji ajansa me re axivî.      PÊŞNIYAZA OCALAN E    Seydaoglu diyar kir ku kovar li ser pêşniyaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi weşanê kiriye û got kovar li ser bingeha “Zanista li derdora jinan li pêş bikeve, gava ewil a ber bi civaknasiya rast ve ye” hatiye avakirin. Seydaoglu da zanîn ku Ocalan bi xwe jî gotiye zanista civakî teng bûye, zanyariya qedîm a jinan bi awayekî hatiye berovajîkirin û ji bo zanyariya jinan carek din derkeve pêşberî jinan û divê li derdora vê zanistê jiyanek were rêxistinkirin. Seydoglu got armanca xebatên Jineolojiyê ev bû û ev kovar li ser fikra ‘her tiştên têkildarî jinan agahî ye’ derdikeve.    KOLANDINÊN ARKEOLOJÎK    Seydoglu anî ziman ku weşangeriya kovarê 6 sal li pey xwe hişt lê belê nîqaşên li ser Jinelojiyê 10 sal in tên kirin û wan heta niha 24 hejmar derxistiye û her yek ji hejmarên kovarê cûda bû. Seydaoglu diyar kir ku wan dîtiye ku di civakê de her tişt li dijî jinan hatiye rêxistinkirin û ev bi kolondinên arkeolojîk derketiye holê.    ‘RAMANEK DI BIN TECRÎDÊ DE YE’    Seydaoglu destnîşan kir ku ji şikestina cinsî ya ewil ve li ser jiyana jinan, agahiyên wan, afirandin û hilberandin pergalek tecrîdê heye û got: “Ji ber vê yekê ye em îro dibêjin wateya tecrîdê ji vir tê. Îro jî ev pergala tecrîdê li ser Abdullah Ocalan didome. Yanî tenê ne kesayetek di nav çar dîwaran de tê tecrîdkirin, hûnandina jiyanek nû di nav çar dîwaran de tê girtin. Tişta ku îtîrazî vê jî dike Jineolojî ye û bi vî awayî derdikeve holê. Tecrîd tenê ne li ser Ocalan e heye. Rojane li ser her kêliyê jiyanê tecrîd heye. Jin ji jiyanê tên tecrîdkirin. Her zanistî, zanyarî û afirandina jinan tê tecrîdkirin.”    KARGEHÊN JINEOLOJIYÊ    Seydaoglu bi bîr xist ku wan li bajarên wek Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan, Êlih, Mêrdîn gelek kargehên Jineolojiyê li dar xistine û wan di van kargehan de xwe gihandiye jinan û di van kargehan de jinan çîrok û tiştên dizanibûn parve kirin.    ÎTÎRAZÎ AQILÊ POZÎTÎVÎST DIKE    Seydaoglu anî ziman ku qada herî zêde kovarê xwedî dike û birêxistin dike kargeh in û got: “Nîqaşên li kargehan tên kirin bi rêya kovarê digihîje civakê. Miheqeq di her hejmarek kovarê de nîqaşek kargehê hatiye nivîsandin û li kovarê hatiye weşandin. Em wan agahiyên kûrtir dikin. Heta ku ev diyalektîka miqabilî hev bidome, Jineolojî li dijî aqilê pozîtîvîst ramanek û awayê jiyanek nû derdikeve holê. Em li ser zanistek ku nefesê bide jinan û civakê nîqaş dikin. Jineolojî rasterast îtîrazan li pêş dixe. Têkoşîna jinan li her deverê dinyayê mezin û berfire dibe. Enerjiyek pir zêde ya jinan heye. Jineolojî xwe wek nefesek bide jinan û kanalek tiştek bide jinan pêşkêş dike tenê ne jibo jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê kanalek e.”    HEJMARA NÛ TÊ    Seydaoglu da zanîn ku nîqaşên Jineolojiyê li kampên jinan û zilaman ên li Îspanyayê û Kolombiyayê jî hatine birêvebirin û di vê çarçoveyê de gelek konferans û panel li dar xistine. Seydaoglu diyar kir ku hejmara nû ya kovarê li ser mijara “Zayendî: Ji pîroziyê ber bi îdeolojiya îktidarê ve” dê derkeve ber destên xwîneran. Seydaoglu anî ziman ku ew bi 8’ê Adarê re dikevin salek nû ya kovargeriyê û xebata wan bi lez û bez didome û wê nîqaşên Jineolojiyê her bigihînin xwîneran û ji xwîneran jî sûd werbigire.    MA / Eylem Akdag