Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir 2022-03-05 09:17:28 ENQERE - Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, anî ziman ku Rûsya bi dagirkirina Ûkrayanyê re NATO'yê xurtir kiriye û got: "Çareserî, rêzgiriya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Ûkraynayê ye."  Dagirkirina Ûkraynayê ya bi destê Rûsyayê di roja 10'an de ye. Muzakereyên di navbera her du aliyan de jî didomin. Her wiha li alyek bangawazî tên kirin ji bo bidawîbûna şer, li aliyê din jî welatên Ewropayê û NATO'yê çekan ji Ûkraynayê re dişînin.    Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, şerê Rûys-Ûkraynayê nirxand.      Ozsoy, diyar kir ku şerên di navbera hêzên mezin de dem bi dem xwe di pevçûnên herêmî de didin der û got: "Meseleya Ûkraynayê, meseleyeke 30 salî ye. Piştî Yekîtiya Sovyetê belav bû, welatên rojavayê bi xerakirina Dîwarê Berlînê û bi yekbûna Almanyaya Rojhilat-Rojavayê, soz dabûn rayedarên Rûsyayê ku dê NATO doza sînorên berfirehtir neke. NATO, di dema Şerê Sar de li hemberî Rûsyaya Sobyetê yanî Peymana Varşoyaê, wekî tifaqeke parastinê hatibû çêkirin. Lê piştî Sovyet belav bû, Peymana Varşoyaê jî belav bû û diviyabû NATO jî belav bibe. Ji lew re sedema hebûna wê ji holê rabûbû."    Ozsoy, bilêv kir ku lê ji dêvla jiholêrakirinê NATO piştî salên 1990'an bi awayekî êrişkar li Rojhilatê Ewropayê bi cih bûye û got: "NATO, tenê ji bo parastinê i van deran bi cih nebû, di heman demê de hin çek jî li van deran bi cih kir. Piştî vê Rûsyayê jî bi israr ji NATO'yê doza neberbelavbûnê kir. Herî dawî di sala 2008'an de hin nîqaş hatin kirin ji bo Gurcîstan û Ûkrayna tevli NATO'yê bibin. Rûsya, bi vê re mudaxileyî Gurcistanê kir û ev yek berteref kir. Rûsya, ji bo Ûkraynayê jî wisa difikire ku dê piştî demekê entegreyî Ewropayê bibe û bibe endamê NATO'yê. Lewma dihat payin ku şerekî wisa rû bide."    Ozsoy, destnîşan kir ku Ûkrayna ne welatekî ji rêzê yê Rojhilatê Ewropayê ye û got: "Bi belavbûna Sovyetê re, piştî Rûsyayê welatê herî mezin Ûkrayna ye. Xwedî artêş û aboriyeke girîng e. Ger entegreyî Ewropayê bibe, dê jeopolîtîk biguhere. Lewma Rûsya hem di warê ewlehiyê hem jî di warê hegemonyaya herêmî de dixwaze Ûkrayna notr be. Çendî li hemberî NATO'yê hin fikar û tirsên Rûsyayê hebin jî, lê şerekî wisa nayê rewakirin. Her wiha ger li Rojhilatê Ewropayê di navbera NATO û Rûsyayê d ehevsengiyek çênebe, dê di sedsala pêş de Ûkrayna û Rojhilatê Ewropayê bibe zemîna şerên bi vî rengî."    ‘PÊNGAVA PÛTÎN NATOYÊ XURT KIR'   Ozsoy, destnîşan kir ku dagirkirina Ûkraynayê ya bi destê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, destê Îngîltere û Amerîkayê xurtir kiriye û bi vê dagirkirinê re welatên Ewropayê yên bi fikar nêzî NATO'yê dibûn, dibe ku bibin endamên wê.    ‘GER ŞER GUR BIBE...'   Ozsoy, destnîşan kir ku dê şer bandorê li Tirkiyeyê jî bike û got: "Tirkiye, di 10 salên dawî de bazirganiya xwe ya bi Rûsyayê û Ûkraynayê re pir pêş de bir. Gelek çek firotin Ûkraynayê. Tirkiye hêzeke NATO'yê ye. Duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ye. Li Behra Reş hêza herî mezin a NATO'yê ye. Bi vê siyaseta rageşiyê, bi polîtîkayeke hevsengiyî karê xwe bi ehr duyan jî dikir. Kengî siyaseta rageşiyê veguherî şerekî aşkere, Tirkiye jî emcbûr ma cihê xwe diyar bike. Qada manewrayê ya Tirkiyeyê teng bû. Ji lew re Tirkiye hêzeke NATO'yê ye. Hemû hêzên NATO'yê piştgiriya Ûkraynayê dikin û li bendê en Tirkiye jî piştgiriya wê bike."    Ozsoy, diyar kir ku Tirkiye ji bo ew û Rûsya li ber pozê hev ranebin çi ji destê wê bê dê bike, lê gava şer gur bibe û Tirkiye bi awayekî aşkere piştgiriya Ûkraynayê bike, dibe ku ji aliyê Rûsyayê ve bi pêngavên pir cidî re rû bi rû bimîne. Ozsyo, got: "Ger Tirkiye dev ji siyaseta hevsengiyê berde û bi awayekî eşkere li teref Ûkraynayê cih bigire, Rûsya dê li Qefqasyayê meseleya Qerebaxê li hemberî Tirkiyeyê germ bike û li Îdlîbê û Rojavayê bi ser Tirkiyeyê de biçe. Lê ger Tirkiye li hemberî Rûsyayê nebe alîgir, vê carê jî dê Rojava doza bedêlê bike. Dê Tirkiye mecbûr bimîne li hêla NATO'yê cih bigire."    Ozsoy, di dawiya axaftina xwe de got: "Bi awayekî divê hêza cewherî ay gelan hebe. Hêzên serdest gava bi hev re şer dikin, berjewendiyên xwe esas digirin. Li hemberî şerên di navbera desthilatan de, divê pêwendiya di navbera gelan de bê avakirin. Di vî şerî de çareserî, rêzgiriya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Ûkraynayê ye."    MA / Bêrîvan Altan