‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’ 2022-03-04 14:08:30 ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata diyar kir ku “Kurdistan” rastiyek dîrokî ye û got: “Kurdistana demokratîk a xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e.”  Danişîna 10’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîegeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de 22 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin.    Danişînê bi tespîta nasnameyê û bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Danişînê bi parastina Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata berdewam kir. Ata destnîşan kir ku civînên KCD’ê yên li Amedê hatine îlegalîekirin û encamnameya wan civînan jî bi raya giştî re hatiye parvekirin.    Akat Ata bal kişand ser oprasyonên KCK’ê û got: “Kesek ku ji operasyonên KCK’ê nehatibe darizandin nemaye. Parêzer, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen… Me bi kî re têkilî datanî, dosyeya wan ji KCK’ê hebû.”     ‘EZ SIYASETMEDAR IM’    Ata anî ziman ku twîtên wê parve kiriye di îdianameyê de cih girtine û wiha got: “Ez siyasetmedar im. Di her bûyerek civakî de ez xwedî fikrekî me. Me xwe di nava vê xebatê dît û ked da. Helbet ez ê derbarê mijarên civakî de twîtan parve bikim. Ez berê jî ji van twîtan hatim darizandin. Lê belê dadgeha we ji nû ve van twîta lêkolîn kkiriye û min jê didarizîne. Heke hêcet bi tenê twîtek be çi karê twîtên min ên ji sala 2012’an heta sala 2019’an di vê dosyeyê de heye. Twîtên min ên di çalakiyên 6-8’ê Cotmehê de ku min parve kir, wek sûc hatine dîtin. Ev di warê hiqûqî de nabin sûc. Min gelek tiwîtan bi armanca atmosfer nerm bibe parve kirin. Min gotibû ‘Ez li cem gelê Kobanê me’. Heke ev twît sûc be tenê sûcek wê heye ew jî muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan e. Dewlet jî dizane ku jin ji her dayîna bedelê re amade ne. Di dosyeyê de jinên girtî ji zilaman zêdetir in. Ev doz tenê ne li dijî kurdan û HDP’ê hatiye vekirin. Ev doz di heman demê de li dijî jinan hatiye vekirin.”   ‘KURDISTANA XWESER JI BO TIRKIYÊ PÊDIVIYEK E’    Ata da zanîn ku daxuyaniyek wê wek delîltiya sûc pêşkêşî dosyeyê hatiye kirin û wiha got: “Daxuyaniyên çapemeniyê yên di dosyeyê de hemû bi temamî ji çapemeniyê hatine girtin. Hûn ji şûbeya ewlekariyê temamiya metnan bixwazin. Wê baştir were fêmkirin. Di dosyeyê de pênaseya ‘qaşo nûçe’ hatiye gotin. Daxuyaniyên min hemû di asta nûçeyan de ne. Di daxuyaniyek ku ez bşedar bûme de pankarta ‘em ne alîgirê mirinê, alîgirê jiyanê ne’ hatiye vekirin. Gelo heke mervi alîgirê jiyanê be sûc e? Min di daxuyaniyê de gotiye, ‘Kurdistan parçeyek vê erdnîgariyê ye’. Di vê dosyeyê de bû ye îdiaya ku ez avakirina Kurdistanê dixwazim. Min li wir behsa sînorê welat nekiriye min behsa rastiyek dîrokî kiriye. Lê dîsa dixwazim bêjim, Kurdistana demokratîk a xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek sereke ye.”    Dadger navberê da danişînê û dê danişîn piştî navberê berdewam bike.