Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin 2022-03-04 13:32:03 AMED - Malbatên girtiyan Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 109’emîn de berdewam kirin.Malbatan serdana Partiya Saadetê kirin û daxwazên xwe ji wan re gotin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 109’emîn de berdewam kir. Malbatan îro serdana Serokatiya Partiya Saadetê (SP) a Bajarê Amedê kirin. Rêveberên MED TUHAD-FED’ê û TUHA-DER’ê jî bi malbatan re di serdanê de amade bûn.    Hevserokê TUHAY-DER’ê Mehmet E mîn Guzel di serdanê de axivî û bi bîr xist ku malbatên girtiyan berê jî li Enqereyê serdana navenda Saadetê kiriye û malbatan daxwazên xwe gotine.   DAXWAZA PIŞTEVANIYÊ    Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di serdanê de diyar kir kul i girtiyan zilm tê kirin û tevî her kes viya dizane jî dengê xwe dernaxin. Ada got ew ji Saadetê jî piştgiriyê dixwazin.   WEKHEVIYÊ DIXWAZIN   Xwişka girtiya nexweş Încî Guler jî destnîşan kir ku daxwaza wan edalet e û ew dixwazin li hember girtiyan ne cihêkarî bi awayek wekhevî were tevgerandin. Guler got daxwaziya wan tenê edalet e û dixwazin partiya Saadetê jî piştgirî bide malbatên girtiyan.    BENDEWARIYA EDALETÊ    Bavê girtiyê nexweş Hakki Boltan jî destnîşan kir ku wan li Enqereyê serdana Partiya Saadetê jî kirine û rayedarên partiyê gotine ku wê destek bidin wan lê belê tevî ewqas dem derbas bû jî tu piştgirî ji bo wan nehatiye kirin. Boltan diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafên girtiyan bi dawî bibin, girtiyên nexweş werin berdan ji Saddetê piştgiriyê dixwazin û ew li benda edaletê ne.    ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn axivî û destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin nayên qebûlkirin û li welatek ku edalet lê nebe, li wî welatî aramî û aştî jî tune ye.    GAVÊN PRATÎK    Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî diyar kir ku malbatên girtiyan ji bo nirxên mirovahî têdikoşin û di serê her cûre pirsgirêkî de bêedaletî tê. Baran got êdî li şûna gotinan divê ji bo edaletê gavên pratîk werin avêtin.