Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî 2022-03-04 13:06:30 STENBOL -  Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak diyar kir ku tevahiya muxalefeta civakî ji têkoşîna jinan hêz digire û wiha got: “Potansiyela Tifaqa Jinan, ji ya Tifaqa Demokrasiyê gelek berfirehtir e û tifaqa aştiya civakî ye.”  Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 30’ê adara 2014’an de weke Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin. Piştre jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de, di 25’ê cotmeha sala 2016’an de tevî hevşaredar Firat Anli hate binçavkirin. Di 30’ê cotmehê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 1’ê mijdara 2016’an de her du hevşaredar jî ji peywirê girtin. Derheqê Kişanak û Anli de bi îdiayên “sepana hevserokatiyê ya li şaredariyê” doz hate vekirin. Her wiha bi îdiaya "Peywira xwe xerab bi kar anîne” û “peywira cemaweriyê li derveyî rêgezan li xwe girtine” jî 9 meh heta 4 salan cezayê girtîgehê bo wan hate xwestin.    Hevşaredar Anli di danişîna dozê ya di 14’ê tîrmeha 2017’an de hate berdan lê belê Kişanak ji 30’ê cotmeha 2016’an heta niha di girtîgehê de ye. Kişanak, di Darbeya 12’ê Îlonê de hêj 19 salî bû ku hate girtin û 2 salan li Girtîgeha Amedê ma ku ev girtîgeh bi îşkencekarên xwe bi nav û denge. Niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne ku Garîbe Gezer li wir rastî îşkenceya zayendî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha siyasetmedara kurd Aysel Tugluk jî li wir tê ragirtin. Kişanak, di vê pêvajoyê de pirtûka “Rengê Xemrî yê Siyaseta Kurd” (Kürt Siyasetinin Mor Rengi) nivîsand. Siyasetmedar Kişanak, têkildarî şert û mercên girtîgehê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û geşedanên siyasî bi ajansa me re axivî.    ‘PARÇEYEKE PLANA TÊKBIRINÊ YE’    Gultan Kişanak da zanîn ku her ku rêveberî otorîtertir dibin, pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî jî bi heman rengî kûrtir dibin û wiha got: “Pirsgirêkên li girtîgehan jî ji van pirsgirêkan berî nînin. Li welatekî hejmara girtîgehan çiqas zêde bin, ev tê wê wateyê ku li wî welatî ewqas pirsgirêk hene. Bi kurt û kurmancî heke edalet nebe, girtîgeh dê heta devî tije bin. Sedema tijebûna girtîgehan, şert û mercên giran ên tecrîdê, nêzikatiya li hemberî girtiyên nexweş û binpêkirinên di asta îşkenceyê de ne. Bingeha van pirsgirêkan tevek jî, polîtîkayên desthilatdariyê û şêweyê karektera wê ne. Tiştên ku li girtîgehan diqewimin, parçeyeke konsepta ‘Plana Têkbirinê’ ye ku ji sala 2015’an ve di meriyetê de ye. Her kesê ku di ferqa mafên xwe de û daxwaza aştiyeke birûmet û azadiyê dike jî dibe hedefa vê konseptê.”    BANDORA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Kişanak, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan niha li ser tevahiya civakê û girtîgehan tê ceribandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi girtina deriyê Îmraliyê re, derî li aştiyê jî hate girtin. Heta gihişt astekî wisa ku her têkiliyên mirovan ên bi hev re, hevgirtina malbatên girtiyan û hwd. weke ‘çalakiyên rêxistinî’ hatin pênasekirin û xwestin qedexe bikin. Anku hemû kes di nava çendek têkiliyên malbatî de hatine tecrîdkirin. Heta bi hincetên weke ‘nizanim xwîşk an jî birayê felan kesî, dişa filan kesî’, hewl didin van têkiliyên xizmaniyê jî weke sûc nîşan bidin. Hema hema her kes di mala xwe de xistine hucreyeke yekkesî. Tiştên li girtîgehan diqewimin jî berdewamiya vê polîtîkayê ne. Desthilatdariyê rê li ber demokrasî, çareserî û aştiyê girt û serî li zilm û mirinê dide. Girtiyên nexweş di bin navê ‘muebbeta giran de’ heta mirinê li hundir digirin û dibêjin ‘bila heta mirinê li girtîgehê bimîne.’ Ev hewldana tunekirina hêviya pêşerojê ya girtiyan, bi gotineke din cezayê îdamê ye. Heta bi îşkencekirinê tu îdam dikî. Heta ji cezayê îdamê jî girantir e. Qaşo cezayê îdamê rakirine lê belê her roj ji girtîgehan darbest derdikevin.”    XWEDÎDERKETINA LI MALBATÊN GIRTIYAN   Di berdewamê de Kişanak anî ziman ku hewceye hemû kes xwedî li mafê jiyanê derkeve û wiha pê de çû: “Tecrîd, di hêla hiqûqê de îşkence ye. Daxwaza rakirina tecrîdê, di heman demê de xwedîderketina li demokrasî û aştiyê ye. Bi temaşekirina derketina darbestên li girtîgehan re kesek nikare têkoşîna demokrasiyê bike. Lewma têkoşîna malbatên girtiyên nexweş, têkoşîna mirovahiyê û têkoşîna mafê jiyanê ye. Xwedîderketina li têkoşîna malbatan, berpirsyarekî insanî ye û li dijî mirinê, parastina jiyanê ye.”    TIFAQA MILET   Bi domdarî Kişanak bal kişand ser nîqaşên ser hilbijartina pêşwext û ev nirxandin kir: “Alternatîfbûna desthilatdariyê û avakirina alternatîfeke rêveberiya demokratîk tiştên ji hev cuda ne. Tifaqa AKP-MHP’ê ber bi dawiyê ve tê. Partiyên din jî bi îdiaya alternatîfbûna desthilatdariyê tên ba hev. Îdiaya wan, pergala parlamenteriyê ya bihêzkirî ye. A yekemîn; dengên van her 6 partiyan bi têrî nakin ku bi ser kevin. Hewl didin dengê hilbijêrên bêbiryar an jî yên ji AKP’ê vediqetin hilgirin. Krîza aborî, xizanî, bêkarî û zemên ku her roj zêdetir dibin, desthilatdariyê bêserûber dikin. Xuyaye ku xeta xwe ya hilbijartinê li ser van mijaran dirêsin. Nêrîna ku dibêjin hilbijêrên HDP’ê ji bo ku ji vê desthilatdariyê xelas bibin, neçarin ku dengê xwe bidin CHP’ê, ne nêrîneke rast e. Ji ber ku AKP bi aboriya hilbijartinê re dikare van nerazîbûnan hinek bêdeng bike. Dibe ku hilbijêrên HDP’ê jî bibêjin; ‘heke nêzikatiya li hemberî min neguhere, bo min ferqa kesekî ji ya din nîne.’ Anku îxtîmaleke mezine ku ev hesab dê negirin. Îcar di rewşeke ku namzetê serokomariyê jî gelek girîng e. Heke hemû îxtîmal pêk bên jî, di halê hazir de ev tifaq nikare bibe alternatîfeke wisa ku pêdiviya Tirkiyeyê ya bi demokrasî, azadî û aştiyê pêk bîne. Madem ku wiha ye, wê demê ma milet dê çima yekî bîne xwarê û yekê mîna wî deyne şîna wî?”    JI BO ALTERNATÎFEKE RASTEQÎN...    Kişanak, da zanîn ku partiyên siyasî yên ku bi îdiaya alternatîfa duyemîn tevdigerin, divê baweriya “guherandinê” bidin civakê û wiha derbirî: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi guherîneke bingehîn heye. Ji ewil jî divê vê guherînê di xwe de, di gotin, sekn û polîtîkayên xwe de bidin kirin ku civak jê bawer bike. Bi vê yekê dikarin pêşengtiyê ji civakê re bikin. Divê bikarin ji gel re bibêjin; ‘Kirdeya vê guherînê hûn in. Em ê bi hev re guherin. Li dijî desthilatdariya ku cudakariyê têxe navbera me, em ê mil bidin milê hev û bi hev re bisekinin. Em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Em ê kesekî paşguh nekin, bi hev re aştiyê bînin vî welatî û rêveberiyeke demokratîk ava bikin.’ Heta ku partiyên muxalîf xwe ji bandora polîtîkaya desthilatdariyê xelas neke, dê nekare bibe alternatîfek.”    JEHRKUJA FAŞÎZMÊ, TÊKOŞÎNE   Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak got ku mesele ne ew e bê ka kî dê bibe serokomar û an jî hilbijêrên HDP’ê dê dengê xwe bidin kê û ev tişt anî ziman: “Ez dibêjim ku her tiştê aştiya me ya civakî xerab kirî, yên ku derfetên me yên aboriyê bo şer xerc dikin, yên demokrasî ji holê rakirin û pêşeroja me tarî kirin dê ‘biguherin.’ Em, vê guherînê ji ewil di xwe de dest pê dikin. Ez, tu, ew û her kes dê biguhere. Jehrkuja rêveberiyên faşîst ên ku bi hilbijartinê dibin desthilatdar û girseya li pey xwe kaş dikin; rewşenbiriya civakî û têkoşîna guherînê ye.”    TIFAQA DEMOKRASIYÊ    Piştre jî Kişanak qala Tifaqa Demokrasiyê kir û ev şîroveye kir: “Berpirsyariyeke wan a dîrokî heye. Divê hemû partiyên siyasî, sazî û rêxistinên demokratîk ên têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê didin bên gel hev û bibêjin; ‘Em alternatîfeke polîtîk û demokratîk in.’ Bi qasî ku ez dibînim, di vê mijarê de hevdîtin û xebat tên kirin. Divê polîtîkayên xurt ên di rojeva gel de bên pêşxistin û platformên têkoşînê yên hevpar bên avakirin. Bo vê jî divê Tifaqa Demokrasiyê di zûtirin dem de bê ragihandin. Tifaqên bi vî rengî her tim deriyê wan ji derdorên cuda re vekirî ne û her kesî digirin nava xwe. Tifaqa demokrasiyê ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Girînge ku mirov li ser sindoqê bi hev re tevbigere lê belê ya herî girîng, hevparîkirina têkoşîna demokrasiyê û mezinkirina rêxistiniya civakî ye.”    PEYWIRA ŞOREŞGER Û ÇEPGIRAN    Gultan Kişanak, destnîşan kir ku guherandina bendbendiya nîjadperest, neteweperest û olpereset a bi destê desthilatdariyê hatiye avakirin, peywira hêzên şoreşger, demokrast, çepgirt, sosyalîst û welatparêze û wiha pê de çû: “Karkerên li heman atolyeyê mil bi mil dixebitin, gundiyên ku hewl didin xak, av û xwezaya xwe biparêzin û jinên ku li dijî tundiyê têdikoşin divê baş hevdu fêm bikin. Divê tiştên xwe yên ji hevdu cuda qebûl bikin û em bi hevre Tifaqa Demokrasiyê ku gelên me raste rast di nav de cih digirin birêxistin bikin. Desthilatdarî, gelemperî nasname û baweriyan bi kar tînin. Heta ku di hêla civakî de netengijin, zû bi zû li çareseriyê nayên. Ji bo ku di hilbijartina pêşiya me de kapasîteya xwe mezintir bike, divê Tifaqa Demokrasiyê xwe birêxistin bike û ji bo ku pirsgirêkên me li ser bingeheke civakî çareser bike, têbikoşe. Em dibînin ku ked û hewldanên ji bo vê hene. Em, bo wan serkeftinê dixwazin.”    BANGA TIFAQA JINAN    Di berdewamê de Kişanak anî ziman ku pirsgirêkên jinan ên hevpar hene û wiha got: “Lewma divê têkoşîneke hevpar bikin. Newekheviya zayendî ya civakî, dîtina jinan a weke çîna duyemîn, xwarina keda wan, tundî û zextên li dijî jinan, divê ji bo hemû jinan bibe sedema têkoşîneke hevpar. Ji ber vê jî divê Tifaqa Jinan êdî bibe rojev. Potansiyela civakî ya Tifaqa Jinan, ji potansiyela Tifaqa Demokrasiyê berfirehtir e. Bes hema bila vê potansiyelê bêxin nava liv û tevgerê û veguherînin hêzekî birêxistinkirî. Di wê baweriyê de me ku jinên di nava partiyên di Tifaqa Demokrasiyê de cih digirin, ji bo ku xebatên tifaqê bi partiyên siyasî bisînor nemînin dê bikevin nava hewldanên taybet û dê Tifaqa Jinan a berfireh ava bikin.”    ‘TIFAQA JINAN, TIFAQA AŞTIYA CIVAKÎ YE’   Kişanak, destnîşan kir ku hemû jinên baweriya wan bi wekheviya zayendî ya civakî tînin, yên ji bo vê têdikoşin, yên hewl didin pêşî li tundiya ser jinan bigirin, yên ku xizaniya bi rengê jinê dizanin û dijîn, yên ku li dijî kedxwariyê pêkhateyeke xwezayî yên vê tifaqê ne. Kişanak, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevgerên jinan baş pê dizanin ku zayendperestî, nîjadperestî û mîlîtarîzm girêdayî hev in û têkoşîna li dijî tenê yek ji van, encamekî bi xwe re nayîne. Tevgerên jinan, dizanin ku di bingeha bendbendiya civakî de ev tifaqa mêrzayî heye û hewl didin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî çareseriyan pêş bixin. Ji ber van sedemane ku Tifaqa Jinan, xwedî hêzeke wisa ye ku ji bo pirsgirêkên li welêt, rêyên çareseriyê pêş bixe. Li dijî zîhniyeta cudakariyê li hemberî jinan dike, zext, tundî, xizanî, kedxwarî, şer, pevçûn û mêtingeriya olî li ser jinan ferz dike, xwedî kapasîteyeke wisa ye ku bibêje bes e. Tifaqa Jinan, tifaqa aştiya civakî ye.”    GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA JINAN    Di dirêjiya axaftina xwe de Kişanak bi bîr xist ku ev saleke jinan tu carî qad vala nehiştine û wiha berdewam kir: “Deng û têkoşîna jinan, her tim hêzeke mezin daye jinên polîtîk ên girtî. Divê destnîşan bikim ku ne tenê hêzê dide yên di girtîgehê de. Her wiha muxalefeta civakî jî hêzekî mezin ji vê têkoşîna jinan digire. Her kesên tên serdana me, parêzer û endamên malbata me her tim qala vê têkoşînê dikin. Heta carnan min henek bi wan dikir û jê re digot; ‘kerem bikin hûn li pêşiyê bimeşin.’ Dibînin ku tevî hemû zextan jî jinan kolan neterikandine. Her tim daxwazên xwe qîriyan û li ber xwe dan. Heke ev têkoşîna nebûya, dê di mijara mafên jinan de rewşa heyî gelek xerabtir bûya. Gelek hewldanên li dijî mafên jinan, bi saya bertekên jinan vala hatin derxistin.”   STÛNÊN TIFAQÊ    Kişanak anî ziman ku Peymana Stenbolê bi Biryarnameya Serokkomariyê hat betalkirin, lê jinan dest ji têkoşînê bernedan û got: “Hewldanên jinan ên ji bo aştiya civakî bi têra xwe li ser me nehate nîşandan. Di pêvajoyeke ku îktidar li hundir û derve tim polîtîkaya şer dimeşîne de dibe ku jê re bêjin 'çi aştî', lê mebesta min ne lêgerîna firsendeke aştiyê ye bi hikûmetê re ye. Jinên xwedî nasname û baweriyên cuda yên li vî welatî dijîn, divê ji bo ku hevdû baş fêm bikin û li dijî polîtîkayên şer ên hikûmetê li ser zemîna civakî daxwaza aştiyê xurtir bikin. Ez di wê baweriyê de me ku ev têkoşîn wê hê zêdetir pêş bikeve û girêdana demokrasî, azadî, aştî û dewlemendiyê bi xurtî derbikeve holê. Ev têkoşîn ne tenê bertek e, di heman demê de têkoşîna avakirina siberojê ye. Em jin dixwazin pêşeroja xwe li ser azadî, wekhevî, demokrasî, aştî û refahê ava bikin. Ev stûnên tifaqa jinan in."   PIRSGIRÊKA KURD    Kişanak destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de polîtîkayên wekî xapandin, çewisandin û tevlîheviyê tên meşandin û diyar kir ku senaryoyek ku neçareseriyê ferz bike nemaye û wiha got: “Gelê kurd civakeke ku ji her ezmûnê ders girtiye, meyla siyasî girtiye û di warê siyasî de xwe têgihandiye. Gelê kurd dizane çi pirsgirêk bi ser wan de hatiye û çareserî çi ye. Gel ji gavên rastî yên demokrasî, aştî, azadî û edaletê bawer dike. Êdî her kes vê qebûl bike baştir e. Heke deriyê Îmraliyê bihata vekirin dê her gotina ku bigihije gel dê li ser aştiya civakî, demokrasî û azadiyan be. Ji ber ku vê yekê dizanin derî venakin û qefle kirine.”    ‘EM JÎ DÊ WERIN GOVENDA AZADIYÊ’    Kişanak bal kişand ser pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li hemû bajaran wê qad û kolan bi rengê jinan bixemile. Jin wê li dijî her cûre tundî, cihêkarî û feqîriyê dengê xwe derxin û dê dengê dirûşm û tîlîliyên wan biçe siltanê kerr jî. Ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim û dibêjim em ê jî beşdarî wê govenda we ya azadiyê bibin. Deriyên zengar girtî yên hesinî û dîwarên betonî wê nikaribin me ji qadan dûr bixin û veqetînin. Em ê bi dil û hişmendiya xwe li kêleka we bin û mil bidin milê we.”    MA / Mehmet Aslan