Kemal Ozkîraz hat binçavkirin 2022-03-04 11:45:08   STENBOL - Serokê Şîrketa Lêkolînê ya Avrasyayê Kemal Ozkîraz li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hat binçavkirin.    Serokê Şîrketa Lêkolînê ya Avrasyayê Kemal Ozkîraz li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatiye binçavkirin. Ozkîraz diyar kir ku wî bi hêceta “doza heqaretê” kirine binçavan.