Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe 2022-03-04 10:44:57 RIHA -  Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta wan a edaletê salekê li pey xwe dihêle û wiha got: “Banga min ji bo her kesên edaletê dixwazin ew e ku di 9’ê Adarê de bên ber deriyê Edliyeya Rihayê.”    Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtina kujeran û darizandina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatê, di roja 361'emîn de jî berdewam kir.    Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku di 9’ê adarê roja çarşemê de dê çalakiya wan saleka xwe temam bike û wiha domand: “Dema çalakî dest pê kirî, em tenê du kes bûn. Lê doza me niha veguherî doza cemaweriyê. Hemû kes xwedî li nobetê derdikeve. Di roja 200’emîn a çalakiyê de me bi parêzeran re nobet girtibû. Banga me ji hemû parastvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê qala maf, hiqûq û edaletê dikin ewe ku di 9’ê adarê roja çarşemê de werin pêşiya Edliyeya Rihayê û bi me re Nobeta Edaletê bigirin. Tenê rojek jî be, em dixwazin ku vê nobetê bi her kesî re bigirin. Bila hemû kes were û li pêşiya edliyeyê rûne. Bila bibînin bê ka em zehmetiyên çawa dikişînin. Çalakiya me, li dîrokê tê nivîsandin. Yên ku dixwazin bibin şahidê vê dîrokê, banga me ew e ku di 9’ê adarê de li pêşiya edliyeyê bin.”    ‘DOZA ME DOZEKE HEQ E’   Şenyaşar, diyar kir ku zilma bi komkujiya 14’ê hezîrana 2018’an li wan hatiye kirin, bi rêya hiqûqê hatiye domandin û wiha got: “Em, edaletê dixwazin. Ev, daxwaz dê rojekî bo her kesî hewce bike. Daxwaza me ji bo her kesî ye û divê hemû kes jî beşdarî vê daxwaza bibe û dengê xwe bikin. Banga me ji bo hemû kesên xwedî wijdan e. Di nava salekê de em tenê li cihê xwe nerûniştin. Neheqiya li me hatiye kirin, me bi her kesî re parve kir. Pergalake hiqûqê li Rihayê heye. Ji destpêka nobetê heta niha 6 caran hatin binçavkirin, 14 caran îfadeyê dayika min girtin û derheqê wê de lêpirsîn hate destpêkirin. Doza me, dozeke heq e. Heta daxwazên me tên qebûlkirin jî dê têkoşîna me bidome.”    DU DAXWAZ   Di berdewamê de jî Şenyaşar diyar kir ku tenê du daxwazên wan hene û daxwazên xwe wiha vegot: “Bizava me birayan a ji bo parastina jiyana xwe ya li kargehê, dikeve ber mafê parastina rewa. Lê tevî vê jî li birayê min (Fadil Şenyaşar) 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ev 4 sal in jî di hucreyê de tê ragirtin. Heke darazeke adilane hebûya, birayê min niha li hundir nedibû. Em dixwazin ku were berdan. Li pêş çavên bi sedan karmendên cemaweriyê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin. Lê ev 4 sal in biryar nepeniyê ya li ser dosyayê nehatiye rakirin. Ev yek ne hiqûqî ye û em dixwazin doz were vekirin. Di roja çarşemê de dê çalakiya me saleka xwe temam bike. Heke daxwazên me neyên qebûlkirin, dê çalakiya me bidome. Em tenê li cihê xwe narûnin, her wiha dê bi hişkî li deriyên rayedaran bixin. Dê li pêşiya deriyên Dadgeha Qanûna Bingehîn, HSK û dozgeran li edaletê bigerin. Daxwaza me ya maf, hiqûq û edaletê dê heta dawiyê bidome.”    DAYIKA EMÎNE: DAXWAZA MIN A EDALETÊ JI BO HEMÛ KESÎ YE    Dayika Emîne Şenyaşar ku êdî weke sembola kesên li edaletê digerin tê naskirin jî bi wesîleya salvegera Nobeta Edaletê bang li hemû kesî kir ku di roja çarşemê de tev li çalakiya wan bibin. Dayika Emîne xwest ku hemû kes piştgiriyê bide wan û wiha axivî: “Çavên min li rêya kesên dê werin vê derê ye. Bi serdana wan gelek keyfxweş dibim. Kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ez dixwazim were berdan. Daxwaza min ew e ku kesên komkujî kirine bên girtin. Daxwaza min a edaletê ji bo hemû kesî ye. Li kîjan deverê dibin bila bibin, hemû kes li cihê xwe bila piştgiriyê bidin me û bo me duayan bikin. Li vê derê zilm li me tê kirin û kujer li derve bi rehetî digerin. Heta edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim. Vaye salek li pey xwe hişt û heke edalet pêk neyê, ez ê saleke din jî li vir bim. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene lê heta kurê min neyê berdan ez nikarim li mala xwe rûnim. Heke edalet pêk bê, ev edalet dê ji bo hemû kesî be.”