Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin 2022-03-04 09:19:59 ŞIRNEX - Hunermenda kurd Nûdem Durak ji ber ku kurdî stran gotibû hatibû girtin. Dayika wê Hatîce Durak diyar kir ku keça wê nexweşa guatra jehrî ye û bang li hemû hunermandên cîhanê kir ku xwedî li keça wê derkevin. Hunermenda kurd Nûdem Dûrak di sala 2015'an de li bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê ji ber ku stranên kurdî gotibûn hate girtin. Di sala 2012'an de jî Durak bi heman sedemê hatibû girtin û salekî di girtîgeha Tîpa T a Amedê de mabû. Durak, piştre dîsa tê girtin û vê carê 9 mehan girtî dimîne. Durak herî dawî jî di sala 2015'an de tê girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Durak, niha li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê tê ragirtin û ev 7 sal in di girtîgehê de ye. Di heman demê de yek ji girtiyên nexweşe ku hem nexweşiya guatra jehrî û hem jî helandina hestî lê peyda bûye. Mehê carekê ji bo tedawiyê Durak dibin Erziromê û 15 rojan di hûcreyê de dihêlin.   Malbata Durak, yek ji malbatên dengbêjan e. Durak jî dide ser şopa wan û hêj di biçûkatiya xwe de dest bi gotina stranan dike û heta îro didomîne. Weke hunermendekî, Durak xwest ku gîtara xwe hilgire lê rêveberiya girtîgehê nehişt û gîtara wê desteser kir. Bi vê sepana girtîgehê re koma muzîkê ya inglîz a Pink Floyd Roger Waters bertek nîşan da û got ku ev sepan nayê qebûlkirin û edalet ji bo Durak xwest. Têkildarî rewşa Durak, dayika wê Hatîce Durak (67) bi ajansa me re axivî.    'JI BER STRANÊN KURDÎ HATE GIRTIN’   Hatîce Durak, da zanîn ku ev 2 sal in ji ber rêya dûr, nikare biçe serdana keça xwe û wiha got: “Gotina stranan ziyanê nade kesekî. Nûdemê stran digotin û perwerdeya defê dida. Tekane karê wê, gotina stranan e. Rojekî xebera girtina wê ji me re hat. Me jî got; ‘Erê baş e lê Nûdemê tiştek nekiriye û çawa tê girtin?’ Gotin ku ji ber stranên bi kurdî hatiye girtin. Bi salan bû li Girtîgeha Tîpa T a Amedê dihjat girtin û piştre jî şandin Baybûrtê. Baybûrt, bo me dûr e û nikarim biçim serdana wê. Heta niha tenê carekî çûme lê gelek aciz bûm. Herî dawî ji malbatê 2 kes çûbûn lê destûra hevdîtinê nedan.”    'NEXWEŞIYA GUATRA JEHRÎ’   Di berdewamê de jî Durak diyar kir ku keça wê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û wiha domand: “Bû cara sêyemîn ku tê girtin. Beriya wê jî dema diçû Amedê hate girtin lê tiştek nedîtin lewma hate berdan. Lê dîsa hate girtin. Nûdem, ji zaroktiya xwe ve stranan dibêje. Bapîrê wê, bavê wê û birayên wê jî dengbêj in. Nûdem, ji vê kevneşopiyê tê. Dema di zarokatiya xwe de stran digotin, herkes jê bandor dibû. Sûcê wê ew e ku bi zimanê dayika xwe stran gotine. Niha jî guatra jehrî lê peyda bûye. Hestiyên wê jî dihelin. Ji ber van nexweşiyan, niha çi jê nema ye. Mehê carekê ji bo tedawiyê ji Baybûrtê dibin Erziromê. Nikare di nava çar dîwaran de tedawiyê bibîne.”   BANG LI HUNERMENDAN KIR   Dayika Durak destnîşan kir ku hewcehiya keça wê bi piştgiriyê heye û axaftina xwe bi vê bangewaziyê qedand: “Banga min ji bo hemû heval û hogirên wê yên hunermend heye; xwedî li Nûdemê derbikevin. Ew jî hevala we ye. Nûdem bêsuc û guneh hatiye girtin. Divê were berdan. Ji ber stranan hatiye girtin. Hêviya min ji hemû hunermendên cîhanê ew e ku dengê Nûdemê bibîhîzin û xwedî lê derkevin.”    MA/ Zeynep Dûrgût