‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide' 2022-03-04 09:05:33 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, anî ziman ku biryarên ATK'ê yên derbarê girtiyan de ne biryarine li gor pîvanên zanistê û tibbê ne, biryarên wê li gor helwesta siyasî ya îqtidarê ne.  Ji ber raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) girtiyên nexweş nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş ên ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane wan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên 2021'ê yên Komîsyona Mafên Mirovan a Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) di  700 jê giran bi giştî hezar û 700 girtiyên nexweş hene û di Kanûna 2021'ê de jî 7 girtî jiyana xwe ji dest dane.   Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, destnîşan kir ku ATK derbarê girtiyan de biryarine li gor pîvanên zanistê û tibbê nade, biryarên xwe li gor helwesta siyasî ya îqtidarê dide.    BINPÊKIRINA MAFAN   Yavîç, destnîşan kir ku bi pandemiyê re girtî hîn bêtir bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane û di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Yavîç got: "Di dema pandemiyê de mafê tenduristiyê yê girtiyan bi awayekî cidî hat binpêkirin. Bi hinceta pandemiyêg irtiyan nabin nexweşxaneyê. Mixabin ji ber polîtîkayên ewlehîparêz di girtîgehên kapasîteya wan 200 hezar kesên de, 300 hezar girtî hene. Dermankirina gritiyên nexweş bi derengî tê xistin, wan dereng sewqî nexweşxaneyê dikin. Hin girtî divê bi taybetî li xwarina xwe miqate bin, lê menuyeke yektîpî li wan tê ferzkirin. Di hin belgeyan de hatiye diyarkirin ku girtiyên pençeşêr li wan peyda bûne dermankirina wan bi derengî tê xistin. Cezayên hucreyê zêde dibin."    BIRYARÊN ATK'Ê   Yavîç, ji bo rapora "dikare di girtîgehêd e bimîne" ya ATK'ê got: "Em dibînin ku biryarên ATK'ê yên derbarê girtiyan de ne biryarine li gor pîvanên zanist û tibbê ne, li gor helwesta siyasî ya îqtidarê ne. Mixabin em dibînin ku girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin, ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wan. Mînaka herî berbiçav jî biryarên wê yên ji bo girtiya nexweş Aysel Tûglûkê ne."    Yavîç, destnîşan kir ku di deh salên dawî de hejmara girtiyên nexweş 6-7 qatan zêde bûye û got: "Ger wisa bidome, dê gelek cenaze ji girtîgehan derkevin."    BANGAWAZÎ   Yavîç, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dê tim bitêkoşin û got: "Me ji bo girtîgeh bên kontrolkirin û rewşa girtiyên nexweş bê raçavkirin gelek caran serlêdan kirine, lê serlêdanên me tim tên redkirin. Ji bo girtiyên nexweş têkoşîn divê. Civak, sazî û hemû kes divê li hemberî van binpêkirinên mafan tevbigerin."