Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir 2022-03-04 01:31:29   NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemîrlî îstifa kir. Vahît Kîrîşçî tayinî şûna Pakdemîrlî hat kirin.   Li gor biryara bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî îstifa kiriye.    Biryara tayinkirinê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin wiha ye: "Li şûna Bekîr Pakdemîrlîyê efûya wî ya ji bo devjêberdena ji peywirê hat qebûlkirin, li gor xala 104'an û 106'an a Qanûna Bingehîn Vahît Kîrîşçî hatiye tayinkirin."   Par li gelek deverên Tirkiyeyê û herêmê agir bi daristanan ketibûn. Pakdemîrlî jî ji bo ser qelsiya îqtidara AKP'ê ya ji bo şewatan bigire şewatên daristanan xistibû stuyê şaredariyan.     Ji Tîrmeha 2018'an heya niha tevî Pakdemîrlî 8 wezîr bi vî awayî ji peywirê hatine girtin.