Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin 2022-03-03 15:58:17 EDENE  - Baroya Edeneyê, ÎHD û ÇHD’ê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê daxuyaniyek da û diyar kir ku li girtîgehê sepana ‘lêgerîna nava dev’ li girtiyan tê ferzkirin û xwestin ku ev sepan bi dawî bibe.  Baroya Edeneyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek da. Serokê Baroya Edeneyê parêzer Semîh Gokayaz, Serokê 2’yemîn ê ÇHD’ê Umît Buyukdag, Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz û Edeneyê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirîn (AYKAY-DER) û gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn.    Di daxuyaniyê de Gokayaz anî ziman ku divê sepana “lêgerîna nava dev” were bidawîkirin û girtiyên nexweş bişînin nexweşxaneyê. Buyukdag jî diyar kir ku li girtîgehan sepanên keyfî hene û mafê jiyanê yê girtiyan bi vekirî tê binpêkirin.    Piştre jî Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş axivî û destnîşan kir ku îşkence û muameleya xerab, hem di Qanûna Bingehîn û hem jî di hiqûqa gerdûnî de qedexeye ku Tirkiye jî parçeyeke wê ye. Ataş, got ku tevî vê yekê jî di sala 2022’yan de yek ji rojevên sereke yên Tirkiyeyê, binpêkirina van mafan bûn.    'LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’    Di berdewamê de Aktaş destnîşan kir ku sepanên heyî, ev bû demekî dirêj ku li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê di meriyetê de ne û wiha dom kir: “Ji tebaxa sala 2021’an heta niha li girtîgehê sepana ‘lêgerîna nava dev’ di meriyetê de ye. Dema girtî xwe nerazî dikin jî nahêlin biçin nexweşxaneyê û derman bibin. Girtiyên ku diçin nexweşxaneyê, heta cihê cendirmeyan çar caran lêgerîn li ser tê kirin. Bi dedektorê lêgerîn ser tê kirin û ji cîhazê X-Ray re jî derbas dibin. Lê dîsa jî cendirme bi darê zorê hewl didin li nava devê wan binihêrin. Ev, sepaneke keyfî ye ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Girtî jî vê daxwazê red dikin. Dema xwe nerazî dikin, cendirme bi hinceta ‘nehiştin lêgerîn bê kirin’, wan nabin nexweşxaneyê.”    BANGEWAZÎ   Bi domdarî Aktaş diyar kir ku sepana lêgerîna nava dev, di dema sererastkirinên qanûnî de tenê ji bo rewşên taybet de tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê mixabin ev sepan, di van demên dawî de gelek zêde bûye. Li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê jî weke sepanekî keyfî di meriyetê de ye. Bêyî ku bingehekî hiqûqî hebe, bi awayekî sîstematîk xistine meriyetê. Mebesta vê sepanê jî ew e ku rûmeta girtiyan bişikînin, wan biçûk bixin, êş pê bidin kişandin û raste rast hebûna wan hedef bigirin. Girtiyên ku vê sepanê red dikin jî nayên dermankirin û naşînin nexweşxaneyê. Li Girtîgeha Kurkçulerê bi dehan girtiyên nexwşe hene lê nayên dermankirin. Ev sepan, li ser mafê jiyanê gefeke. Derheqê mijarê de me bi dozgerê girtîgehê û Walîtiya Edeneyê re hevdîtin kirin lê encamekî erênî jê derneket. Em careke bang li Rêveberiya Girtîgeha Kurkçulerê, Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û hemû rayedaran dikin ku dawî li vê sepanê û hemû binpêkirinên ku rê li ber mafê dermankirinê digirin, bînin.”