Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve 2022-03-03 15:51:09 WAN / ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên li Wan û Îzmîrê Nobeda Edaletê didomînin xwestin her kes li dijî zextên li ser girtiyan dengê xwe derxe.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 81’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyên nexweş di nobedê amade bûn. Îro xebatkarên Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arîsasayê serdana nobedê kirin.    BANGA AZADIYA OCALAN    Xebatkarê ARSÎSA’yê Cemîl Arman di nobedê de axivî û banga azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan kir û got: “Heta birêz Ocalan negihîje azadiya xwe dê zextên li girtîgehan jî bi dawî nebin. Zextên li ser girtiyan di heman demê de li ser gelê kurd e jî. Dixwazin gelê kurd di bin zextan de bên hiştin. Ew çend kes in em bi milyonan kes in, wê têkoşîna bi milyonan wan têk bibe. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin nobedên edaletê. Divê em bibin dengê girtiyan. Heke tiştek ji girtiyan bibe berpirsiyar em in.”    Emîne Demîragaç a lawê wê Malîk Demîragaç li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye jî axivî û diyar kir ku ew ji bo edaletê têdikoşin û got: “Em dixwazin êdî deriyê girtîgehan were vekirin. Bi salan e zarokên me di hepsan de ne. 6 sal in min kurê xwe nedîtiye. Em tenê edaletê dixwazin.”    ÎZMÎR    Nobeda malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê jî dabûn destpêkirin di roja 15’emîn de berdewam kir. Îro dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Dayika Aştiyê Rahîme Tûran serdana nobedê kirin û piştgirî dan malbatan.    Fehîme Poyraz anî ziman ku ew ê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo hemû jinên hatine qetilkirin û jinên li girtîgehan dîl hatine girtin dê edaletê bixwazin û ew bang li jinan dikin ku rabin ser pêya û ji bo edaletê li qadên 8’ê Adarê bin.    Dayika Aştiyê Rahîme Tûran jî axivî û banga piştgiriyê li her kesî kir ku xwedî li Nobeda Edaletê derkevin.