Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî 2022-03-03 12:25:30 STENBOL - Dema hevjînê Hanim Tosun hatiye windakirin, 29 salî bû û bi tirkî nedizanî. Bi gotina wê; “Ev 27 sal in, rûyê qirêj ê dewletê derdixe holê.” Li rexekî li Qada Galatasarayê ji dewletê hesab pirsî û li hêlan din jî hewl da di nava şert û mercên zehmet de sexbêra 5 zarokên xwe bike.  Ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna şoreşgerî ya salên 90’î, di serî de “cînayetên kiryarnediyar” dewletê serî li gelek rê û rêbazan da. Di vê serdemê de mirov li nava kolanan hatin qetilkirin û di bin çavan de hatin windakirin. Bi hezaran kesên di vê serdemê de ji hêla hêzên ewlekariyê yên dewletê û hêzên paramîlîter ve hatin binçavkirin, di bin çavan de hatin îşkencekirin, qetil kirin û winda kirin. Li gorî daneyên Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê; ji sala 1980’an ve li Tirkiyeyê bi giştî hezar û 352 kes bi darê zorê hatin windakirin û 14 kes jî nayê zanîn bê ka kengî hatine windakirin.    Ev rêbaza derhiqûqî ya dewletê û sepanên bêsînor, di têkoşîna xizmên windakiriyan û parastvanên mafên mirovan de bû destpêkek. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 1992’yan de bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin” kampanyayek da destpêkirin. Di sala 1995’an de ev kampanya bi çalakiya çendek malbatan a bi heman mebestê li Qada Galatasarayê re bû yek û li seranserî welêt deng veda. Malbatên ku her rojên şemiyê ji bo aqûbeta zarokên xwe û darizandina kujerên wan dihatin qadê, êdî weke “Dayikên Şemiyê” hatin binavkirin.    JI ARJANTÎNÊ BER BI TIRKIYEYÊ VE    Çavkaniya vê hewldana Dayikên Şemiyê jî, Dayikên Qada Gulanê yên Arjantînê bûn. Di navbera salên 1976-1983’yan de li Arjantînê zêdetirî 30 hezar kes ji hêla rejîma dîktator ve hatin windakirin. Di serdemeke ku li welêt 3 kesan nedikariyan bên ba hev, komeke jinan di sala 1977’an de ji bo pirsîna aqûbeta zarokên xwe li Qada Gulanê ku 100 mîtroyan nêzî avahiya hikûmetê ye civiyan. Her roja pêncşemê cot bi cot û bi laçikên spî diketin qadê û saet di 15.00’an de li dora pîramîdê digeriyan. Rejîma dîktator ev dayike weke “Dînên pêncşemê” yan jî “Dayikên terorîstan” pênase dikirin. Lê çalakî roj bi roj mezin dibû û ji bo pêşîlêgirtina vê daxwaza edaletê jî serî li rê û rêbazên zextê dida. Hem dayik û hem jî parêzer û parastvanên mafên mirovan, rastî îşkenceyan hatin û di derheqê wan de doz hatin vekirin. Heta hinek ji wan hatin revandin û windakirin.    Ev têkoşîna dayikan a li Arjantînê ji bo têkoşîna kesên bi awayekî kiryarnediyar hatine windakirin û qetilkirin jî bû sembolek. Di encama vê têkoşînê de Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2007’an de Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan a Bêyî bi Zorê Bên Windakirin qebûl kir û di 2010’an de jî kete meriyetê. Di peymanê de windakirina bi darê zorê weke sûcekî li dijî mirovahiyê hat pênasekirin.    ÇALAKIYA EWIL DI 95’AN DE HATE KIRIN   Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ewil di 27’ê gulana sala 1995’an de li Qada Galatasaray a Stenbolê kir. Çalakî, bi kombûna malbatên Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Kenan Bîlgîn, Hasan Gulunay û Huseyîn Toroman ve dest pê kir. Bi tevlibûna malbatên ku xizmên wan di bin çavan de hatine windakirin re, çalakî roj bi roj mezintir bû. Mîna Dayikên Plaze de Mayo, Dayikên Şemiyê jî hêj di roja ewil a çalakiyê de bûn hedefa êrişan. Dayikên ku di 8’ê tîrmeha 95’an de li erdê hatine kaşkirin û binçavkirin, hefteya din dîsa hatin qadê. Ji ber zext û tundiya dewletê ya salên piştre de, bi giştî hezar û 903 kes hatin binçavkirin û îşkencekirin. Der barê malbatan û kesên piştgirî didan çalakiyê de bi hincetên cuda gelek caran doz hatin vekirin. Kesên ku xwendin û nivîsandina wan tune bûn, bi sedema ku li dîwarên hucreyan nivîs nivîsandine hatin darizandin.    DI HEFTEYA 700’EMÎN DE BIRYARA QEDEXEYÊ    Ji ber êriş û zextên heyî, Dayikên Şemiyê neçar man ku di 13’ê adara 99’an de navberê bidin çalakiyê. Di 31’ê çileya 2009’an de dîsa li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya xwe kirin. Dayikên Şemiyê ji wê rojê heta 25’ê tebaxa 2018’an bênavber çalakî li dar xistin. Wezareta karên hundir, di hefteya 700’emîn de çalakî qedexe kir. Lê tevî qedexeyê jî bi sedan kes li qadê kom bûn. Polîsan êrişî çalakvanan kirin, dayik jî di nav de 47 kes bi lêdanê binçavkirin. Di demên piştre de jî derdora Qada Galatasarayê hate dorpêçkirin û li dayikan hate qedexekirin. Dayikan, tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe li ber deriyê Şaxa ÎHD’a Stenbolê berdewam kirin. Ji adara 2020’an heta niha jî ji ber şewba koronayê (Covîd-19), çalakî li ser medyaya civakî tê berdewamkirin.    ÇÎROKA HANIM TOSUN   Yek ji çalakvanên Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê têdikoşiya jî Hanim Tosun (55) e. Hevjînê wê Fehmî Tosun, di sala 1995’an de hate windakirin. Tosun, li gundê Licok ê Licê ya Amedê ji dayik bû, li vî gundî zewicî û 5 zarokên wê çêbûn. Hevjînê wê Fehmî Tosun, di sala 1991’an de bi îdiaya “alîkariya bi rêxistinê re û endamtiyê” hate binçavkirin û girtin. Di salên 90’î de gundê wan hate şewitandin û malbata Tosun di sala 93’yan de koçî navenda Amedê kir. Hanim Tosun heta 30 saliya xwe li gund jiya bû û hevjînê wê piştî 3 sal û 9 mehan hate berdan. Ji ber zextên li malbatê dihatin kirin, malbata Tosun neçar ma ku di 94’an de koçî navçeya Avcilar a Stenbolê bike. Tosun dibêje ku dewletê bi tu awayî dev ji wan bernedida û xwe jî weke “Jineke kurd û xizma windakiriyekî” pênase dike.    LI BER ÇAVÊN WÊ HATE REVANDIN   Tosun, wiha dest bi serpêhatiya xwe dike: “Me her tiştê xwe li pişt xwe hiştibû û berê xwe dabû Stenbolê. Li xaniyekî bêserûber bi cih bûn. Lê dewletê dev ji me berneda. Li rexekî xizanî û li rexa din jî em li dijî zexta dewletê têdikoşiyan. Hevjînê min bo xwe li bazarê karek dît û me hewl dida debara xwe pê bikin. Salek piştre, di sersibeha 19’ê cotmeha sala 1995’an de min, hevjînê xwe û hevalê wî Huseyîn Aydemîr bi hev re taştê xwar. Piştî taştê jî bi hev re derketin û heta êvarê jî min tu agahî jê negirtin. Di saetên heman şevê de 3 kesên bi cilên sivîlan, di destê wan de çek û bêtêl, bi wesayîta bi cureya Renault a bi plakaya 34 UD 597 hatin ber deriyê malê, hevjînê min anîn. Dema ev kes ber bi baxçeyê malê ve dihatin, çavê me bi wan ket û hevjînê min qîriya û got; ‘Ev kes dê min bikujin.’ Me jî ber bi wesayîtê ve baz da. Wan kesan jî hevjînê min bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin. Şêniyên taxê jî bûn şahidên bûyerê. Min demildest berê xwe da Qereqola Avcilarê û bûyer ji wan re vegot. Min plakaya wesayîtê da û jê xwest ku tiştekî bikin. Polîsên ku plaka kontrol kirîn û li ser telefonê hevdîtin dikirin, ji min re gotin ‘tiştekî ku em bikarin bikin nîne.’ Vêcarê jî çûm ÎHD’ê û min serî li rêyên hiqûqî da. Min ev bûyer xist rojeva yekîneyên têkildar ên hikûmetê û raya giştî. Lê bi tu awayî qebûl nekirin ku hevjînê min hatiye binçavkirin. Ji wê rojê ve min tu agahî ji hevjînê xwe negirtine.”    TÊKOŞÎNA EDALETÊ   Di berdewamê de jî Tosun got ku cara dawî bû ku hevjînê xwe dît û wiha domand: “Demekî dirêj li pey wesayîtê çûm. Ew roj, ji bo me roja rabûna qiyametê bû. Sala 95’an, meha gulanê bû. Çalakiya ÎHD’ê û Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê dest pê kiribû. Bawerim malbata çaremîn bûm ku beşdarî çalakiyê dibûm. Bi revandina hevjînê xwe re min serî li ÎHD’ê dabû. Ez jî êdî xizma windakiriyan û yek ji Dayikên Şemiyê bûm. Bi rêk û pêk beşdarî vê çalakiyê bûm. Çalakiya me heta sala 98’an jî bênavber berdewam kir.”    ‘BI SAYA ÇALAKIYÊ HEMÛ CÎHANÊ DENGÊ ME BIHÎST’    Tosun, da zanîn ku gelek caran hate binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xaza îsotê avêtin me, bi copan li me xistin. Her carê dora Dibistana Amadekar a Galatasarayê bi wesayîtên zirxî dihat dorpêçkirin lê dîsa jî me paş de gav neavêt. Bi saya vê çalakiyê hemû cîhanê dengê me bihîst. Dewleta ku fêm kir em paşde gav navêjîn, vêcarê jî got; ‘serî li me bidin, em ê wan bibînin.’ Di vê pêvajoyê de hemû cîhanê dengê me bihîst lê dewletê nebihîst. Heke wê demê li Kurdistanê bûma, dibe ku ji ber zexta dewletê bêdeng mabûma. Lê derfetên Stenbolê baştir bûn. Ji ber ku bi hezaran kes li herêmê hatin windakirin, malbatên aqûbeta xizmên xwe dipirsiyan hatin windakirin û gefa kuştinê lê hat xwarin. Lewma gelek kesan nedikariyan serî li ÎHD’ê bidin. Kesekî nedizanî ku ewqas kes hatine windakirin. Bi Dayikên Şemiyê re haya wan jê çêbû. Ji gelek deverên Ewropayê piştgirî dan me lewma dewlet neçar ma ku destûrê bide çalakiyê. Ji ber pêvajoya siyasî ya sala 98’an û zextên wê demê, çalakî hat qedexekirin û me jî çalakiya xwe li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê domand.”    DEMA BER BI QADA GALATASARAYÊ VE...   Bi domdarî Tosun destnîşan kir ku piştî lixwemikûrhatina hêzên paramîlîter ku digotin; “Dewletê ferman da û me jî kuştin”, di sala 2009’an de dîsa li pêşiya Galatasarayê dest bi çalakiya xwe kirine û wiha pê de çû: “Çalakiya li pêşiya Dibistana Amadekar a Galatasarayê pir girîng bû. Ji ber ku yekemîn car li wir hat aşkerekirin ku zarokên kurdan ji hêla dewletê ve hatine windakirin. Cara ewil me li wir dengê xwe da bihîstin. Lewma girîng bû. Di serî de Dayikên Şemiyê, her cara ku bav, xwîşk û bira di dest de wêneyên xizmên xwe ber bi wê qadê ve diçûn, weke ku ber bi gorên wan ve biçin, hîs dikirin. Bi wan wêneyan re çi ji dilê wan bihata, digotin û hesab ji dewletê dipirsiyan. Dibe ku hemû malbat neaxivin lê bi hatina wir re qîrîna xwe vedibêjin. Tu hinceteke windakirina mirovan nîne. Ji hêlekî ve ez dikarim bibêjim ku Dibistana Amadekar a Galatasarayê, gora malbatên windakiriyan bû.”   Tosun, anî ziman ku roja beşdarî çalakiyê bûyî fêm kir ku hevjînê wê hatiye qetilkirin, dê tu carî venegere û wiha got: “Erê rast e min hevjînê xwe winda kir lê bi milyonan dayikên kurd, jinên kurd hebûn. Ez naxwazim ku kesek bê windakirin û zarokên wan bêbav mezin bibin. Ji bo ku êdî tu dayikeke din êşê nekişîne, min tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Heta niha jî derheqê xizmên me de tu agahî nedane. Herî dawî jî dewletê got; ‘Em wê demê baş li ser vê mijarê nesekinîn û lêborîna xwe dixwazin.’ Lê em ji wan ne lêborînê lê hestiyên windakiriyên xwe dixwazin. Ya herî girîng jî, em dixwazin kujerên wan bên dîtin.”    ‘ME RÛYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ DERXIST HOLÊ’   Tosun, diyar kir ku tevî her şert û mercan jî wan 27 salan têkoşîna xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam kirine û wiha pê de çû: “Gelek dayik nexweş bûn lê bo me tiştek neguherî. Dibe ku me nekarîbe xizmên xwe paşve bînin lê heke em li wê derê nerûniştibûna, dê gelek kesên din bihatina windakirin. Bi çalakiya xwe ve me rûyê qirêjî yê dewletê nîşanî her kesî da. Me jê re got; ‘rûyê xwe yê qirêj bibînin.’ Bi dengvedana çalakiya me re dewletê demekî dirêj navber da windakirina mirovan. Kesên hatibûn binçavkirin û piştre hatine berdan jî hatin cihê çalakiyê û gotin; ‘heke çalakiya we nebûya, dê em zê de bihatina kuştin’ û spasiya me kirin.”    ZEXTA DEWLETÊ GIRAN BÛ   Di berdewamê de Tosun bi lêv kir ku dewlet ji berbelavbûna çalakiya Dayikên Şemiyê û ji xwedîderketinê aciz bû û ev tişt anî ziman: “Lewma zexta xwe zêde kirin. Midûriyeta Emniyetê di çarçoveya zexta xwe de ‘Otobûsa Windakiriyan’ li kêleka me bi cih dikirin û bang dikirin. Digotin; ‘kesek li bin çavan nehatiye windakirin, kesên windakirî têkiliya wan bi rêxistinên derve re hene, ji bilî van windakiriyan dewlet bi yên din re hevkariyê dike.’ Banga hevkariyê dikirin. Di 13’ê adara 99’an de êrişî me kirin, tundî li me hate kirin û bi rojan di bin çavan de man. Kesên ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan 7 mehan diçû Qada Galatasarayê, hatin binçavkirin. Gelek kes jî hêjta negihiştin qadê hatin binçavkirin. Heta li kafeyan hatin derbkirin, li erdê hatin kaşkirin. Koma muzîkê ya U2 a îrlandayî, di 6’ê îlona 2010’an de ji bo konserê hatibû Tirkiyeyê. Bi min re hevdîtin kir û piştre li ser dikê got ‘Fehmî Tosun ji bîr nekin.’ Êdî çalakiya Dayikên Şemiyê li tevahiya cîhanê dihatin naskirin.”    15 CARAN HATE BINÇAVKIRIN   Tosun, da zanîn ku heta niha gelek caran rastî zexta polîsan hatiye û 15 caran jî bi awayekî fermî hatiye binçavkirin. Tosun, wiha qala wan kêliyan dike: “Ji ber êrişa polîsan a di dema binçavkirinê de, min 3 caran rapora derbkirinê wergirt. Carnan em di heman rojê de dihatin berdan û carnan jî 3-4 rojan di bin çavan de diman. Polîsan digot; ‘ma malên we tune ne, herin li malên xwe rûnin.’ Em her tim dihatin şopandin. Daxwaza min a ji bo zimanê dayikê weke sûc hate hesibandin û hatim binçavkirin. Piştî çend rojekên li nezaretê jî hatim girtin. 22 rojan li Girtîgeha Bakirkoyê mam. Di sala 1998’an de her roj dihatim şopandin û polîsan li pêşiya mala me kon veda bû. Zext dikirin lê min mala xwe neguherand. Hevjînê min ji ber nasnameya xwe ya siyasî hate windakirin û min jî di çarçoveya mafên mirovan de têkoşîna xwe dida. Anku tiştekî xwe jê bidim paş tune bû.”    ZAROKÊN XWE BI TENA SERÊ XWE MEZIN KIRIN    Bi windakirina hevjînê xwe re, êdî hemû berpirsyariya malbatê dikeve ser milê Tosun. Li rexekî têkoşîna edaletê û li rexa din jî ya jiyanê dida. Tevî 2 keç û 3 kurên xwe li Stenbolê bi tena serê xwe mabû. Tosun, wê pêvajoyê wiha vedibêje: “Em di kirêyê de bûn. Tu dahata me tune bû. Kurê min ê 14 salî heta demekî li bazarê xebitî û hewl dide li malê binihêre. Lê piştre pereyek di destê wî de nema lewma jî dev ji kar berda. Keça min a 11 salî li konfeksiyona di binê mala me de dixebitiya. Min jî carnan ji atolyeyan sîparîş digirtin û li malê fîle çêdikirin. Zarokên min biçûk bûn lewma jî min nedikariya li derve bixebitim. Min demekî dirêj fîle çêkirin û piştre jî ji xwe re makîneyeke dirûnê kirî. Bi karê dirûnê re min zarokên xwe mezin kirin. Hem diçûm ÎHD’ê, hem bi zarokên xwe re eleqedar dibûm û hem jî dixebitiyam. Bi mezinbûna zarokan re me li Taksîmê cihek vekir û min li wir xwarin çêdikir. Li gelek cihan xebitîm û min zarokên xwe wiha mezin kirin.”    DOSYA HATE GIRTIN   Tosun, got ku tevî hemû zehmetiya jî dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedaye û wiha derbirî: “Encamek ji doza me li dewletê vekiribû derneket. Lewma jî min serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Hikûmetê, di parastina xwe ya sala 2003’yan de ji DMME’yê re got; ‘Hikûmeta me, ji ber bûyera windakirina Fehmî Tosun xemgîne. Lêpirsîna derheqê kesekî hatiye windakirin de tê kirin, divê bêkêmasî bidome. Heke ne wisa be, em qebûl dikin ku xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. AKP’ê qebûl kir ku mafê jiyanê binpê kiriye lê lêpirsîneke karîger neda destpêkirin. Bi sedema demboriyê biryara neşopandinê hat dayîn û dosya girtin. Îtîrazên li dijî biryara neşopandinê jî hatin redkirin. Hemû rêyên îdarî û darazê hatin girtin û ji serlêdana me ya Dadgeha Qanûnsaz (AYM) jî tiştek derneket.”    HÊVIYA 8’Ê ADARÊ   Herî dawî jî Tosun bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir û wiha got: “8’ê Adarê, sembola jinên berxwedêr e. Heke ew jin, wê rojê li mafên xwe xwedî derneketibûna dê me îro nekariya 8’ê Adar pîroz bikira. Jinan, li febrîqeyan dest bi berxwedanê kir ji ber ku newekheviyek hebû. Bi zilaman re heman kar dikirin lê mafên wan wekî hev nebûn. Jinan jî li dijî vê neheqiyê li ber xwe dan. Ew berxwedan heta roja me jî domiya. Heke jin di ferqa vê rastiyê de bûna, dê xwedî li 8’ê Adarê derbiketina. Em weke Dayikên Şemiyê, ji sala 95’an heta 2022’yan têdikoşin. Heta ku kujer tên darizandin jî em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Hêvîdarim ku di 8’ê Adarê de edalet serwer be. Ez, 8’ê Adarê li Dayikên Şemiyê û hemû jinan pîroz dikim. Her wiha hêvîdarim ku 8’ê Adarê di serî de Aysel Tugluk, bibe wesîleya hemû girtiyên nexweş.”    MA / Esra Solîn Dal