Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne 2022-03-03 12:15:25 RIHA - Ferît Şenyaşar ê ku bi dayika xwe Emîne Şenyşar re nobeda edaletê digire diyar kir ku dîmenên kêliya qetlîamê hatine dizîn û got: “Dîmenên li ber nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Yên qetlîamê kirine diyar in.”  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê dan dest pê kirin, di roja 360’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê berê xwe dan ber edliyeya Rihayê. Malbatê li ber edliyê dest bi nobedê kir.    ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Ferît Şenyaşar derbarê astengî û zoriyên seranserî Nobeda Edaletê ku pê re rûbirû mane axivî û got: “Di doza kargeha me de çeka birayê min winda kirin. Niha ji bo ku dosyeya nexweşxaneyê vebibe, salek e em di nobeda edaletê de ne. Biryara nepeniyê heye. Li gorî belgeyek ku derketiye holê, dîmenên li nexweşxaneyê hatine dizîn, windakirin. Em dizanin ku dîmenên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Yên ku qetlîam kirine, diyar in. 7 dozgerên ku li doza tiştên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîne ji me re gotin, ‘me li dîmenan temaşe kiriye û 23 kesan tespît kiriye’. Tayîna van dozgeran derxistin. Niha jî ev dozgerên dosyeyê venakin, sûc dikin. Heta ku edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê parve kir: “Yên ku li bin siya hin kesên din bistar bûne û darazê pasîf dikin, bila bizanibin ew sî mehkûmî hilweşandinê ye. Dozger dibêje dîmenên kameraya nexweşxaneyê ‘tune’ ne, dewlet jî dibêje, ‘di arşîva me de ye’. Helbet wê rojek deriyê xêrê vebibe.”