Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir 2022-03-03 10:59:39 ŞIRNEX - Malbata ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan ku li navçeya Cizîrê polisan maşîneya zirxî lê xistibûn û ew kuştibûn, teklîfa pere û kar a qaymeqam û parlamenterê AKP'ê red kir.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 24'ê çileyê de polisên parastvanên qaymeqam û qeyûmê Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) xistibûn û ew kuştibûn. Rexmî ku malbata Dayan giliya polisê ajokarê maşîneya zirxî û qaymeqamê Cizîrê kiriye jî heta niha lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Derbarê polisê kujer de kirariya binçavkirinê jî nehat kirin. Li gorî gotinên şahidan, polisê kujer Dayan bi qasî 28 metreyan bi maşîneyê zirxî bi erdê ve kaş kiriye.    Di ser bûyerê re mehek zêdetir derbas bû. Heta niha derbarê berpirsyaran de pêvajoya hiqûqî nehatiye dertpêkirin. Derket holê ku di 1'ê adarê de Parlamenterê AKP'ê yê Şirnexê Rizgan Bîrlîk bi heyetekê çûye serdana malbata Dayan û ji bo ku bike kar ji malbatê xwestiyek ku nasnameya ferdekî xwe bidinê. Hat diyarkirin ku li ser vê malbatê Bîrlîk û heyeta pê re ji malê qewirandiye.    'HEWL TÊ DAYÎN SER DOSYAYÊ BÊ GIRTIN'   Dayika Dayan Meryem Dayan (47), derbarê tiştên ku hatine serê wan de axivî û agahiyên balkêş parve kirin. Ji ber ku pêvajoya hiqûqê derbarê berpirsyaran de nehatiye destpêkirin di destpêka axaftina xwe de Dayan, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku hêdî hêdî hewl tê dayîn ser dosya kurê wê bê girtin û wiha got: "Ew çi dikin bila bikin em ê dev ji vê dozê bernedin."   JI QAYMEQAM TEKLÎFA KAR   Dayan, da zanîn ku çend roj piştî mirina kurê wê ji Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Cizîrê 3 kes hatine mala wê û ev agahî dan: "Gotin ku qaymeqam wan şandiye. Qayme qam ji wan re gotiye, 'Herên binêrin ka mexsada dayika Abdulgaffar çî ye?'. Min ji wan re got, 'roket li wê wesayît bikeve tiştek pê nabe. lê wesayîteke wiha li kurê min da û wî parçe kir. Ajokarê wê wesayîtê saetek bi tenê jî nehat girtin. Ez tenê mafê xwe dixwazim. Ji qayemqam dozdar im. Qaymeqam tapoyê vê navçeyê jî li ser navê min çêbike ez heq, hiqûq û edaletê dixwazim'. Her tiştên ku min got nîşe girtin. Kesek ji wan jî pirsa ku, 'Em zarokek te dis er ÎŞKÛR'ê de bigirin kar?' kir. Min jê re got, tiştên tu dibêjî min diqeherîne."   'QAYMEQAM MIHTAC E'   Di berdewamê de Dayan, destnîşan kir ku beriya çend rojan jî re telefonek hatiye û kesê lê geriyaye jê re gotiye ku ji bo alîkariyê daxwaznameyek dane qaymeqamiyê û daxwaznameya wan qebûl bûye û ev tişt gotin: "Min ji wan re got ku tu daxwaznameyeke min a alîkariyê tuneye. Li ser vê ji min xwestin ku ez biçim Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Cizîrê.  Ez çûm weqfê û ji min re gotin, 'Qaymeqam ji bo alîkariyê 3 kesan şandibû mala te û li ser vê alîkarî hatiye'. Dema ku min alîkariyê pirsî, gotin ku 2 hezar TL'ye. Dema ku min ev bihîst teqat di piyên min de neman. Ew gotin ji kuştina kurê min girantir hat. Piştî ku min xwe da ser hev ji peywirdar got, 'Ji qaymeqam re bibêjin ku 2 hezar TL ji wî re lazim e. Ew birçî ye û mihtacê vê ye. Ez li pere nagerim, tenê heq û hiqûqê digerim' û ji wir derketim. Piştre min bihîst ku qaymeqam gotiye, 'Me alîkarî daye malbata Abdulgaffar û zarokekî wan jî em ê bigirin kar'. Wê demê min pirsa ku 'Nirxê kurê min ê bi awayekî hovane hat kuştin qê karkerekî bipeyman e' kir."   RIZÎN BÎRLÎK JI MALÊ QEWIRANDIYE   Piştre Dayan, got ku Parlamanterê AKP'ê yê Şirnexê Rîzgîn Bîrlîk ku qet li wan negeriyaye û pirs nekiriye, hatiye serdana wan û ev tişt anîn ziman: "Rîzgîn Bîrlîk di 1'ê adarê de hat mala min. Berî ku min li me geriyabûn. Rexmî ku me gotibû, em nexwazin werin jî hatin. Bîrlîk û çend kes pê re hatin. Dema ku min pirsa, 'hatine çi?' ji wan kir, gotin ku ji bo sersaxiyê hatine. Me jî pirs kir ku çima heta îro nehatî, nepirsî û negeriyayî. Kesekî pê re got, 'nasnameya zarokekî xwe bîne em ê wî bigirin kar'. Min jê re got ku em ne mihtacê wê ne û jê xwest ku li ser navê me ji xwe re pay çêneke. Min got ku ez tenê heqê xwe dixwazim. Piştre me ji wan xwest ku ji mala me biçin."   MA / Omer Akin