Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan 2022-03-03 09:02:49 MÊRDÎN - Qeyûm Huseyîn Çam ê tayinî Şaredariya Qoserê hat kirin, avahiya şaredariyê da polîsên tevgera taybet.  TIrkiyeyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de li hemberî bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûruyeyê dest bi êrişan kiribûn. Piştî van êrişan avahiya xizmetê ya Şaredariya Qoserê ya li gund e û zêdetirî du sal in wekî navenda tevgera taybet tê bikaranîn, bi awayekî fiîlî bûye qereqol.   Gundî li bendê bûn ku avahî bê valakirin û cardin wekî avahiya xizmetê ya şaredariyê bê bikaranîn. Lê rêvebiriya qeyûm a Şaredariyê Qoserê biryar girt ku avahiyê bide Fermandariya Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya 70'yan a Hêzên Bejahiyê.    Di biniya vê biryarê de navê qeyûm Huseyîn Çam, Mehmet Nûrî Alpaslan, Neşe Ozdemîr û Mehmet Alî Aydemîr hene. Çam wekî "şaredar" û yên din jî wekî katib hatine diyarkirin.    MA / Ahmet Kanbal