Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn 2022-03-02 18:42:08 MÊRDÎN - Li nûçegihanê me ahmet Kanbal sal û 3 meh ceza hat birîn.    Danişîna sisêyan a doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Aydinê hat lidarxistin. Rojnamevan Kanbal û parêzerê wî Erdal Kûzû bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn.    Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Dozgeriyê mutalaaya xwe ya di danişîna berê de dubare kir û xwest Kanbal bi îdiaya "hedefnîşandanê" bê cezakirin.    Piştî mutalaayê Kanbal parastin kir. Paşê dadgehê bi heman îdiayê sal û 3 meh ceza li Kanbal birî.    Rojnamevan Kanbal, beşeke hevpeyvîna bi Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re hatibû kirin li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiribû. Cîgirê Fermandarê Giştî yên Cendirmeyan Mûsa Çîtîl bi îdiaya ku "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef digire" û "heqaretê" doz lgiliyê Kanbal kiribû.