Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin 2022-03-02 15:53:47   STENBOL - Endamên ANYAKAYDER û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de çûn serdana goristanê.    Endamên Komeleya Piştevaniya Xizmên Windayan a Anatoliyê (ANYAKAYDER) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê serdana mezelên li Goristana Kanaryayê ya Kuçukçekmece ya Stenbolê kirin. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Stenbol û navçeyan tevli serdanê bûn.    Girse pêşî serdana gora Bînalî Korkmaz ê ku di teqîna Gara Enqerê ya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû kirin. Pişt re jî serdana gora Gulistan Ozdemîr ê ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabû kirin.    Emîn Ozdemîr li ser gora keça xwe Gulistanê axivî û got: "Ez di serî de 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dikim. Gulistan ne tenê keça min e, keça Kurdistanê ye û niha bi milyonan Gulistan hene."   DAXWAZA AŞTIYÊ KIRIN    Pişt re Ayşe Saruhan a endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ye axivî û diyar kir ku tu carî cangoriyên xwe ji bîr nakin û got: "Em ê her tim gerîlayên xwe, serokatiya xwe û gelê xwe biparêzin. Em êdî naxwazin zarokên me şehîd bikevin. Em aştiyê dixwazin."   Hîkmet Oner jî ya endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ye axivî û xwest aştî pêk were û wiha got: "Şerê ku li Ûkranyayê pêk tê dilê me dişewîtîne. Em şer naxwazin. Em dayik in em naxwazin xwîn birije. Her wiha ez bang li gelê kurd dikim ku bila xwedî li şehîdên xwe derkevin. Divê hemû dayik bi hev re daxwaza aştiyê bikin."    Hevseroka ANYAKAYDER'ê Evîn Genç jî di serdana goristanê de axivî û wiha got: "Em di serî de hemû hevalên xwe bi bîrtînim. Em ê li ser rêya wan bimeşin. Em ê xwedî li mîrateyên wan derkevin."    Serdana goristanê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîden me rûmeta me ye” bi dawî bû.