Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin 2022-03-02 10:57:19   DÊRSIM - Di serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de 3 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê de, polîsan li navenda Dêrsimê û navçeya Pêrtakê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de li navenda bajêr Ulaş Kaya û li navçeya Pêrtakê jî Cafer Daş û Selçûk Ozgur hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka ev kes ji bo çi hatine binçavkirin. Kesên binçavkirî niha li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û tê payîn ku piştî kar û barên îfadeyê dê bişînin edliyeyê.