Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek 2022-03-02 09:01:15 AMED - Parêzer Yûsûf Çakas ku ku tim li cem malbatên di Nobeda Edaletê de ye û got: "Daxwazên wan rewa ne. Divê em li dor malbatan bibin xelek."  Nobedên Edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin didomin. Nobeda Edaletê ya malbatan ku di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin didome. Malbatan hefteya borî nobeda xwe li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê û Saziya Tiba Edlî ya Amedê girtibûn. Her wiha malbat ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin jî serdanên cur bi cur jî dikin.    Ji parêzerên ku tim li cem malbatan e yek jê jî rêvebirê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Ji Bo Piştevaniya Malbatên Girtiyan (MED TÛHAD-FED) Yûsûf Çakas e. Çakas, têkildarî daxwazên malbatan û tiştên divê bên kirin kir.    DAXWAZÊN MALBATAN   Çakas, anî ziman ku daxwazên sereke yên malbatan azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin. Çakas, destnîşan kir ku daxwazên malbatan daxwazine mafdar in » ji roja çalakî dest pê kirine heya niha 7 jê nexweş zêdetirî 10 girtî jiyana xwe ji dest dane.    Çakas, diyar kir ku dixwazin li dor malbatan bibin xelek û di warê hiqûqî û insanî de bibin bersiva bangawaziyên wan û got: "Lê em bi hin astengiyan re rû bi rû dimînin. Wekî gava daxuyanî bên dayîn d kî tevlê bibe yan jî tevlê nebe. Astengiyên wekî bila partiyên siyasî tevlê nebin an jî tenê bila hevserok tevlê bibin. Em van daxwazên xwe yên insanî û hiqûqî tînin ziman, lê dîsa jî nahêlin em li hev kom bibin. Halbûkî li ber vê tu astengiyeke hiqûqî tune ye. Daxwazên van malbatan diyar in û ji b vê heya Enqereyê jî çûne. Kesên wan hevdîtin bi wan re kirine hin soz dane wan. Lê wan kesan sozên xwe neanîne cî."    Çakas, destnîşan kir ku cihgirtina li cem malbatên ku ji bo zarokên xwe doza edaletê dikin hem peywireke mirovî hem jî peywireke hiqûqî ye û got: "Lê gava em dixwazin vê peywira xwe bînin cî divê em neyêna stengkirin. Tew divê hêzên ewlehiyê me biparêzin. Ji lew re em divêtiyên hiqûqê û demokrasiyê pêk tînin. Li welatekî rêya avakirina hiqûq û demokrasiyê ev bi xwe ye."    FIKARA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ   Çakas ku got "Piştî Halîl Guneş û garîbe Gezer divê em hîn bêtir li dor vê çalakiyê bibin xelek û xwedî lê derkevin" bilêv kir ku ev xwedîderketin ne ji bo berjewendiyeke polîtîk an jî berjewendiyeke din e û got: "enê berjwendiyek me heye: mirovî û hiqûqî. Em hewl didin ku girtiyên enxweş jiyana xwe ji dest nedin. Em vê yekê wekî rol û ristekê dibînin. Ramazan Ozyîgît ku muwekîlê min e, temenê wî di ser 70 salî re ye û li Wanê ye. Ez naxwazim muwekîlê min jiyana xwe ji dest bide. Lewma ez piştgiriya Nobeda Edaletê dikim. Ez naxwazim Mehmet Emîn ozkan jiyana xwe ji dest bide."    Çakas got: "Em ji bo edaletê bang dikin. Divê em hîn bêtir li dor malbatan bibin xelek. Bila reyadar jî dev ji van astengiyan ebrdin. Li vira tu sûcek tune ye. Bila çareyekê ji bo daxwazên malbatan bibînin. Di demên dawî de li girtîgehan di bin navê tektîpiyê de hin liv û tevger hene. Ev fikarên me zêdetir dikin. Li gelek girtîgehên tîpa S'yê grevên birçîbûnê hene. Banga meew e ku em li her derî ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin li dor van çalakiyan bibin xelek û li cem dayikan bin."    MA / Mehmet Guleş