Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin! 2022-03-02 09:01:12 ENQERE - Desteya çavdêriyê ya girtîgehê 3 caran dema berdana girtiyê nexweş Abdurrahîm Çetînkaya taloq kiriye.  Girtiyê nexweş Abdurrahîm Çetînkaya ku di nav lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, dema berdana wî tim ji aliyê desteya çavdêriyê ya girtîgehê ve tê taloqkirin.    Çetînkaya, di sala 2007'an de bi hincetên siyasî hatiye girtin. Çetînkaya, pêşî 4 salan di Girtîgeha sêrtê ya Tîpa E'yê de maye û paşê di sala 2011'an de sirgûnî Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê ya Jimare 3'yan û di sala 2021'ê de jî sirgûnî Girtîgeha Afyona ya Jimare 1'ê hatiye kirin. Gava di Cotmeha 2007'an de hatiye binçavkirin, 3 rojan li midûriyeta polîsan bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin. Paşê hatiye tespîtkirin ku ji ber îşkenceyê pozê Çetînkaya şikiyaye, guhên wî giran bûne û xwîn ji mîza wî hatiye. Ev hemû bi raporên bijîşkan hatine tespîtkirin.    TENDURISTIYA WÎ   Li gor daxuyaniyên ÎHD'ê, tim xwîn ji hin deverên Çetînkaya tên û ji ber îşkenceyê gunê wî teqiyaye û tim diwerime. Çetînkaya ji ber vê nikare bi rihetî tuwaleta xwe bike.    Her wiha ji ber kevir pê re heye tim nerihet dibe û nayê emeliyatkirin. Ji xeynî vê nexweşîna gastrîtê jî pê re heye û ji ber vê jî bi zorê xwarinê dixwe. Di çokên wî de ba heye, astim pê re heye û çavên wî dişewitin. Li gor zanyariyên malbata wî ragihandine, kezeba wî jî xera bûye û nayê dermankirin.    ASTENGIYA DESTEYA ÇAVDÊRIYÊ   Diviyabû Çetînkaya di 4'ê Nîsana 2021'ê de bi şert bihatana berdan, lê desteya çavdêriyê ya girtîgehê bi hinceta cezayên dîsîplînê wî bernade. Desteyê ewilî 8 mehan, cara dudoyan 3 mehan û cara sisêyan jî 6 mehan berdana wî taloq kiriye.    NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Keça wî Zîlan Çetînkaya got: "Hê em biçûk bûn bavê min hat girtin. Em mezin bûn, lê hê jî di girtîgehê de ye. Em bi hesreta bav mezin bûn. Bavê min ketiye halekî wisa êdî nikare xwarinê jî bixwe. Mîdeya wî û rêviyên wî xera bûne. Nikare di girtîgehê de bimîne. Desteya çavdêriyê 3 hefte ye ji bo bavê min li hev kom dibe. Em li bendê ne bê berdan, lê berdana wî tim tê taloqkirin. Em pir li ber dikevin. Em dixwazin demildest bê berdan. Jixwe ve çend sal in di girtîgehê de ye. Astengkirina li be rberdana wî bêhiqûqî û bêedaletî ye."