Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim 2022-03-02 09:01:09 ÎZMÎR - Medîne Kaymaz a 80 salî ku di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de ye, anî ziman ku ew û zarokên xwe 30 sal in li ber xwe didin û wê heya dawiyê bitêkoşe.  Piştî Amed û Wanê di 12'ê Sibatê de li Îzmîrê jî xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Nobed li Baroya Îzmîrê didome. Malbatan diyar kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê nobeda wan bidome.    Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê yek jê jî Medîne Kaymaz a 80 salî, dayika girtî Bayram Kaymazê di Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê de, ye. Kaymaz, 30 sal berê ji ber rewşa aborî ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye Îzmîrê. Dayika 8 zarokan Kaymaz, li Îzmîrê nasnameya kurd û têkoşîna gelê kurd nas kiriye.    HERÎ KÊM 5 CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN   Kurê wê Bayram Kaymaz, gava ji eskeriyê tê daxilî nav xebatên ciwanan dibe. Bi xwe re malbata xwe jî serwext kiriye. Bayram, piştî 2 salên xebatên ciwanan hatiye girtin. Lê malbata wî li derve têkoşîn domandiye. Ferdên malbatê ji ber têkoşîna xwe nesîb ji tahde û zilmê girtine. Piştî Bayram, bi demekê xwişka wî jî hatiye girtin. Dayik Kaymaz jî heya niha herî kêm 5 caran hatiye binçavkirin. Kurê wê Bayram Kaymaz di girtîgehê de ye, 2 keçên wê jî tevli nav PKK'ê bûne.    LI DIJÎ KOMPLOYÊ XWE ŞEWITANDIYE   Bayram Kaymaz ku di sala 1971'ê de li Mêrdînê çêbûye, di sala 1995'an de bi hincetên siyasî hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Kaymaz ku 27 salin di girtîgehê de ye, gava di sala 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin li Girtîgeha Nazîllî ya Tîpa E'yê agir bi bedena xwe xistiye. Kaymaz, ji ber vê bi mehan hatiye dermankirin û gelek deverên laşê wî û serê wî şewitiye. Lê ji ber ku baş nehatiye dermankirin tenduristiya wî xirabtir bûye. Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F'yê ji ber ku bijîşk derziyeke "şaş" lêxistiye, ji navê berjêr jî felc bûye. Her wiha çavên wî jî xirab bûne.    MALBAT TEVLI TÊKOŞÎNÊ BÛ   Dayik Medîne Kaymaz jî tevî kurekî xwe li Îzmîrê dimîne. Ji ber temenê xwe bi alîkariya dayikên din diçe cihê Nobeda Edaletê. Her sibeh dayikek diçe cem wê û bi hev re diçin cihê nobedê. Medîne Kaymaz, behsa zor û zehmtiyên bi wan re rû bi rû mane kir.    Kaymaz, diyar kir ku gava li Mêrdînê bûne derbarê nasnameya kurdî de pir bi tiştekî nizanbûne û li ser têkoşîna ku bi kurê wê Bayram dest pê kir sekinî: "Ji ber ku Bayram diçû dibistanê bi her tiştî dizanibû. Bavê wî jî hêrsoyî bû, got belkî xwe rast bike ew ji dibistanê derxist û şand eskeriyê. Lê Bayram, piştî ji eskeriyê vegeriya hîn bêtir guherî. Ji ber zor û zehmtiyên li wira, li Îzmîrê tevli nav xebatên ciwanan bû. Nêzî 2 salan di nava ciwanan de ma û paşê hat girtin. Piştî hat girtin em malbat jî ji nêz ve tevli têkoşînê bûn. Keçên min jî bi awayekî çalak daxilî nava têkoşînê bûn. Keçeke min a di tekstîlêd e dixebitî, piştî Bayram hat girtin. Lê zû hat berdan."    KEÇA WÊ TEVLI PKK'Ê BÛ   Kaymaz, bilêv kir ku keça wê piştî ji girtîgehê derketiye û gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin tevli PKK'ê bûye û wê salê kurê wê Bayram jî li girtîgehê xwe şewitandiye. Kaymaz got: "30 sal in tu zilm nema ku dewletê neanî serê me. Gelek caran avêtin ser mala me. Ji ber vê xwediyên malan em ji xanî derdixistin. Em bê mal diman. Dewleta tirk li ber çavê min zilm e. Min soz daye xwe, ez ê heya dawiyê li dijî vê zilmê bitêkoşim."    Kaymaz, behsa wê dema ku kurê wê neqlî Îmraliyê hatiye kirin jî kir û got: "Ewilî em 15 rojan carekê diçûn. Carinan me ew didît. 8 caran ser me kontrol dikirin. Gardiyanên li Îmraliyê tîmên taybet bûn. Gava me li wan mêze dikir wekî me li dîwaran mêze bikirana. Te digot qey bi navê hestan tiştek bi wan re tune ye. Li Îmraliyê sivîlek jî tune ye. Hemû jî kincên wan taybet in. Em di 6 saetan di digahştin wir. Lê me saetekê hevdîtin dikir."    NEHIŞTIN EM OCALAN BIBÎNIN   Kaymaz, destnîşan kir ku qet nehiştine Ocalan bibînin û got: "Tenê carekê dengê kenê Ocalan hat min. Min ji xwişka wî Fatma Ocalan pirsî. Fatmayê jî got, gava gotinên Maşallahaê ragihandine, Ocalan keniyaye. Maşallah ji be rku astengdar e, carinan lê wer dibû ku nizanibû serok di girtîgehê de ye."    'LI ÎMRALIYÊ KÊFXWEŞ BÛ'   Kaymaz, bilêv kir ku kurê wê tim behsa hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re dikir û got: "Kurê min tim digot, tu dibêjî qey melekên Ocalan hene. Bi hemû peyvên ji devê me derdiketin dizanibû. Tiştên dê bihatana serê me ji berê de texmîn dikir. Kesekî pir cuda û zana ye, figot. Kurê min bi salan e di girtîgehê de ye. Lê Îmraliyê pir kêfxweş bû. Gava wî ji Girtîgeha Îmraliyê derxistine, ji bo neçe her der belawela kiriye. 5 gardiyanan bi zorê ew zevt kirine û bi şew ew ji wir derxistine."    'EM JI BO EDALETÊ NOBEDÊ DIGIRIN'   Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku kurê wê niha di Girtîgeha Tekirdagê, di hucreyekê de ye û ji be rşewbê herî dawî par ew dîtiye. Kaymaz, diyar kir ku 15 rojan carekê bi telefonê bi hev re xeber didin, ew jî 5 deqe û got: "Di vî 5 deqeyî de tenê siheta wî û lazmatiyên wî jê dipirsim."    Kaymaz, destnîşan kir ku Nobeda Edaletê li dijî bêedaletiyê dane destpêkirin û got: "Sedema çûna zarokên me ya çiyê û girtina wan dewlet e. Ji ber ku em kurd in û doza nasnameya xwe dikin zilmê li me dikin. Lê em bi salan e li dijî vê zilmê doza aştiyê dikin. Heya zilm hebe û Ocalan bê tecrîdkirin dê aştî neyê vê axê. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Piştî ev qas êş û azaran poşmantiyê li zarokên me ferz dikin. Ma ê piştî 30 salên di girtîgehê de poşman bibin? Heya edaletê pêk bê dê têkoşîna me bidome."    'AŞTIYA WELÊT OCALAN E'   Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku divê dewleta baş zanibe ku aştiya welêt Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Heya ew di Îmraliyê de be dê aştî neyê vî welatî. Dê şer neqede. Mifteya aştiya vî welatî di destê Ocalan de ye. Zarokên me jî ji ber ku vê diparêzin di girtîgehê de ne. Em 40 salin têdikoşin. Heya aştî çêbibi em ê paş de gav neavêjin."    MA / Semra Tûran - Tolga Guney