Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin 2022-03-01 15:21:02   STENBOL - Odeya Tabiban a Stenbolê, ji bo maf û xwestekên xwe civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku heke daxwazên wan bi cih neyên wê bikevin grevê.   Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO), ji bo maf û xwestekên xwe li nûnertiya xwe ya navçeya Sûltaybeylî civîneke çapameniyê li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bîjîjkên Tirk (TTB) Şebem Korûr Fîncanci, Serokê ÎTO’yê Pinar Saîp, Sekreterê Giştî yê ÎTO’yê Osman Kuçukosmanoglu û li ser medyaya sanal jî gelek endamên TTB'ê tevlî civînê bûn. Pinar Saîp, di civînê de axivî û diyar kir ku demeke dirêj e ji bo tendurîstiyeke baş têdikoşîn.   Saîp, destnîşan kir ku heke ji bo maf, ked û xwestekên wan ên lezginî bi cih neyên û û gavek neyê avêtin wê dest b grevê bikin û wiha got: "Heke daxwazên me yên ji bo başkirina şertên me yên qebûlkirin em ê di 13 û 14'ê adarê de li seranserê Tirkiyê bikevin grevê. Çalakiyên me ji bo başkirina polîtîkayên tenduristiyê ye.     Di dawiya axaftina xwe de Saîp daxwazên wan ên ji 10 xalan pêk dihat rêz kir.