Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da 2022-03-01 14:21:19 ENQERE - Siyasetmedar Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de behsa pêvajoya çareseriyê kir û di danişînê de strana “Welatê me Kurdistan e” strî.  Danişîna 10’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. 22 jê girtî 108 siyasetmedarên ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên berê jî di nav de bi giştî 108 kes tên darizandin.    Danişînê bi tespîta nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyeyê hatiye zêdekirin dest pê kir.    ‘ŞAHIDEK BÊFERASET’    Parlamentera HDP’ê ya berê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata di danişînê de parastina xwe berdewam kir. Akat Ata doza ji Komeleya Jinan a Rosayê  derbarê wê de hatiye vekirin bi bîr xist û got: “Xebatên me yên derbarê jinan de ku legal in tên îlegalîzekirin. Şahidek veşarî ‘Hermes” derbarê min de axivî ye. Cara ewil e ez şahidek wiha veşartî yê bêferast dibînim. Beriya ku gotinên min biqedin, we îfadeyên şahidê veşarî xwend. Min jî meraq dikir ku wê dadgeh kengê vî şahidî bibîr bixe. Hûn dikaribûn li benda qedandina parastina min bisekiniyana, lê hûn nesekinînin.”    ‘KCD SAZIYEK LEGAL E’    Ayla Akat Ata anî ziman ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) saziyek rêxistinên sivîl û siyasî di bin banê xwe de kom dike û ne saziyek îlegal e. Akat Ata di berdewamiya parastina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û got hêzên paramîlîter ketin dewrê û pêvajo qedandin.    DI DANIŞÎNÊ DE STRANA KURDÎ GOT    Ayla Akat Ata destnîşan kir ku heta pêvajoya çareseriyê di tu mitîngên wan de ala tirk nehatiye vekirin û wek ku her dizane di mitîngek li Êlihê de strana “Welatê me Kurdistan e” strî ye û dîmenên wê jî di qeydan de heye.    Akat Ata di danişînê de dîsa strana, “Welatê me Kurdistan e” strî û dengê wê li eywanê olan da.