Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin 2022-03-01 13:51:36   AMED - Rojnamevanan negirtin doza qetlîama 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin. Her wiha beşdariya mexdûr û parêzeran a dozê jî hat qedexekirin.    Orhan Gonder ê DAIŞ’î di 5’ê Hezîrana 2015’an de li dijî mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Qada Îstasyona Amedê êrişa bombeyî pêk anîbû. Derbarê 14 polîsên ku “wezîfeya xwe binpê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Ji 14 polîsan tenê cezayê hepsê yê 2 meh û nîv li 4 polîsan hatibû birîn. Dadgeha bilindtirîn ceza xera kir û doz ji nû ve tê lidarxistin. Doza ji nû ve li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê diyar kiribû ku polîs ne berpirsiyarên vê bûyerê ne û berpirsiyariya komkujiyê xistibû stûyê şaredariyê.    Polîs beşdarî danişînê nebûn. Ji mexdûrên qetlîamê Ahmet Kurul, Şaban Arslan, Hayati Kurul, Mehmet Ozcan û Sabahattî Bekçî beşdarî danişînê bûn. Parêzerên aliyan û parêzerê HDP’ê Mehmet Oner di danişînê de amade bûn.    ROJNAMEVANAN BERNEDAN EWYANA DANIŞÎNÊ    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û rêveberên HDP’ê ji bo dozê bişopînin hatin edliyê. Serokê dadgehê ferman da ku kesên dozê dişopînin û rojnamevanan hilnedin eywana danişînê. Serokê dadgehê ewilî mafê axaftinê da miştekiyan. Miştekiyan xwest bersûc werin cezakirin.    XWESTIN BERSÛC BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ BIBIN    Parêzerên miştekiyan jî axivîn û xwestin bersûc di danişînê de werin amadekirin û di dosyeyê de mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Parêzeran got dadgeh li dijî hiqûqê tevgeriyaye û biryar daye.    EREN: DIVÊ DEWLET MAFÊ JIYANÊ BIPARÊZER    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî biryar xerakirin dozê rexne kir û got, “nayê qebûlkirin.” Eren destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê dewlet mafê jiyanê biparêze.    ŞAREDARÎ ÇIMA TÊ TAWANBARKIRIN?    Ji miştekiyan Mehmet Ozcan jî anî ziman ku êrişkarê terorîst bombeyê di dezgahê xwe de bicih kiriye û ew fêm nakin çima şaredarî tê tawanbarkirin.   WÊ NIKARIBIN BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ BIBIN    Piştî ku beyanên parêzerên miştekiyan jî hat girtin dadgehê biryar da ku dosyeya dozê ji bu mutalayê bişînin Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Her wiha dadgehê beşdariya miştekiyan û parêzeran ku dozek berê biryara beşdariya wan hatibû dayîn, rakir û qedexe kir. Dadgehê danişînê taloqî dîrokek pêş kir.