Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer 2022-03-01 13:08:23   ENQERE - Li ser bangewaziya HDP’ê, bi tevlibûna 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesek nikare Tirkiyeyê beşdarî bloka şer a NATO yan jî Rûsyayê bike. Gelên aştîxwaz dê rê nedin vê hewldanê û dê nebin aliyekî şer.”    Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Malên Gel, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP), bi ser navê “Li dijî şer a niha li her deverê aştî” daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku di serdemeke ku birînên pandemiyê hîn nekewîn de niha jî mirovahî bi şerekî mezin re rû bi rû ma ye û wiha hat gotin: “Em ne alîgirên polîtîkayên berbelavbûnê yên Rûsya û NATO’yê ne ku bi pêşengtiya DYA’yê tê meşandin. Gel, neçar nînin ku bibin aliyekî van her du blokan. Em, şerên ne rewa û bangewaziyên ji bo komkirina hêza şer red dikin. Aliyê me aştî ye û em bi hemû gelên cîhanê yên li dijî şer re ne.”    DEMILDEST AŞTΠ   Di berdewamê de jî hat destnîşankirin ku ew di zûtirin dem de aştiyê dixwazin û ev tişt hatin parvekirin: “Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku li dijî sorkirina amûrên şer ên kûrewî, bi daxwaza zindîkirina aştiyê dakevin qadan. Divê Tirkiye nebe aliyekî hevrikiya du blokan ku cîhanê ber bi şerekî sêyemîn ve dibe. Em desthilatdariya AKP’ê hişyar dikin ku di polîtîkaya derve de ev demekî dirêj bi hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî, li dijî gelên herêmê êrişkar nêz dibe. Kesek nikare Tirkiyeyê bike aliyekî bloka şer a NATO’yê yan jî Rûsyayê. Gelên me yên aştîxwaz dê rê nedin vê yekê.”    ‘BILA DAGIRKER VEKIŞIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Şer; dijminê wekhevî, jiyaneke birûmet û kedkaran e. Yên ku di şer de ziyana herî mezin digihijê, kedkar, xizan, jin û ciwan in. Divê hemû gel, kedkar û karkerên welatê me li dijî milîtarîzm û şovenîzmê yekitiya xwe ava bikin. Her wiha şer, dijminê demokrasiyê ye. Divê hemû kesên li demokrasiyê digerin, li dijî şer bibin yek û rê li ber şer bigirin. Li Donetsk, Lugansk û Ûkraynayê sivîl tên qetilkirin û koçeke mezin bi gel ketiye. Divê hemû hêzên dagirker xwe ji herêmê vekêşin û mafê diyarkirina qedera xwe radestî gelên wê bikin. Weke ku di fermanên hatiye dayîn de jî xuya bûyî; emperyalîzm û faşîzm ewqas çavsor bûye ku hewl didin çekên nukleerî bêxin meriyetê. Hîroşîma, Nagazakî, Vîetnam û Helebçe yek ji wêneyên vê hovîtiyê ne. Em ê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Dem dema wê ye ku em li dijî şer, dengê aştî û biratiyê bilind bikin.”