Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê 2022-03-01 12:18:36 AMED - Li Amedê, welatiyan bertek nîşanî heqê rê ku 1,25 TL'yî hat zemkirin dan û gotin ku qezenckirina wan diçe heqê rê û ev tişt gotin: "Tenê bi em bi meşê biçin kar, wê me xelas bike."   Piştî zemên enerjî û sotemeniyê heqên rêyan jî di asteke bilind hatin zemkirin. Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME), heqê rêya hemû wesayîtên çûn û hatinê zem kir. Zema ku hat kirin di 28'ê sibatê de ket meriyetê. Piştî zeman heqê rêya bi otobusên şaredariyê; bilêta tam bû 3,5 TL, bilêta daxistî bû 3 TL, bilêta xwendekarn bû 2 TL. Dîsa heqê rêya bi otobusên taybet ên gel; bilêta tam bû 4 TL, bilêta daxistî bû 3,25 TL, bilêta xwendekarn bû 2,5 TL. Heqê rêya dormîşên nav başar ku beriya niha 3,25 TL bû derket 4,5 TL'yan. Bilêta xwendekarn jî derket 2,5 TL'yan.    Niştecihên bajar ji zemên ku tên ser heqê û xwediyên wesayîtan jî ji zemên ku tên ser sotemeniyê bi gazind in.    MÛÇE DIÇINE ZEMAN    Welatiyê bi navê Serhat Çalişkan, diyar kir ku zemên zemên ceyranê ne besî wan bûne zemên heqê rê jî dane serê û wiha got: "Heqê rê divê 2-2,5 TL be. Niha bûye 4 TL. Wê di demeke nêz de bibe 5 TL. Siyasetmedar xerckirinên xwe ji nedîtî ve tên. Lê derfeta xerckirinê nadin gel. Perê ku bê xerckirin jî li holê ye."   'LI XWÎNA ME DIMIJIN'   Hatîce Yilmaz ku bi gotina "li xwîna me dimijin" bertek nîşanî zeman da, diyar kir ku nexweşa pençeşêra pêsîrê ye û her roj neçar e ku bi dormîşê biçe nexweşxaneyê û wiha got: "Rewşa me ya aborî ne baş e, em bi alîkariya xizmên xwe debara xwe dikin. Hevjînê min naxebite. Min jinbira xwe jî bi xwe re dibir. Lê ji ber ku heqê rê bûye 4,5 TL ez ê êdî wê bi xwe re nebim. Heke ez jinbira xwe bi xwe re bibin wê heqê rê bibe 18 TL. Fatoreyên me yên ceyranê yên 2 hezar TL'yî hene. Em nikarin razînin. Gaza me birîne. Bila çareyekê bibînin. Berê salê carekê zem dihat kirin. Li niha ji 2-3 mehan carekê zem tê kirin. Herî dawî di serê salê de zem hatibû kirin."   WÊ JI 4'AN YEKÊ QEZENCA MIN BIÇE HEQÊ RÊ    Welatî Heval Bakir jî bertek nîşanî zeman da û xwest ku li meselê bê pirsîn û ev tişt got: "Rojê 4 caran karê min ê seferê derkeve û li dormişê siwar bibim dike 20 TL. Rojê bi 80 TL'yan dixebitin. Em ê çi bixwin û çawa kirê bidin. Tenê em bi meşê biçin kar wê me xelas bike. Daxwaza min ew e ku beyî derdê debarê bijîm."   DAXWAZA HILBIJARTINA PÊŞWAXT    Xwendekarê zanîngehê Bedîrhan Boyraz, diyar kir ku bûrsa digirin wê biçe heqê rê û ev tişt anîn ziman. Rojê 4 caran li dormîşê siwar dibim. Belim du hefte şûn de bibe 6 TL. Bi rastî jî êdî mêjiyê min ranake. Wê mirov çawa bi heqdesta asgarî debara xwe bikin. Niha rewşa welat bi awayekî îdare dikin. Ez hilbijartina pêşwaxt dixwazim."   DEWLET BERPIRSYAR E   Esnaf Azîz Çelîk, destnîşan kir ku piştî gaz û sotemeniyê zema heqê rê wan bide zorê û wiah got: "Zema heqê rê zêde ye, lê sûc ne yê wan e. Bol bol zem tê ser mazor û benzînê. Berpirsyarê vê dewlet e. Jiyan gelek zor e. Em bi deynan debara xwe dikin. Hêviyeke me ji dewletê tune ye. Êdî bes e."   KESÊN TEMENÊ WAN DI SERIYA 65'AN DE JÎ BI GAZIND IN   Welatiyên temenê wan di seriya 65'an de ku rê ji wan re bêpere ye jî li dijî zeman bibertek in. Zekî Ûgûrlû yê 70 salî, da zanîn ku zem pirsgirêka tevahiya civakê ye û ev tişt anî ziman: "Heqê rêya min tune ye lê ya zarokên min heye. Rojê 3-4 wesayîtan diguherînin. Bi heqdesta asgarî dixebitin. Ev li herkesî bandor dike."   BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA   Mehmet Kabasakalli ku temenê wî di seriya 65'an de ye û teqewît e jî bi lêv kir ku zem ji aliyê qeyûman ve tên kirin û wiha bertek nîşan da: "Heke gel deng nede kes nikare tiştekî jî bike. Divê li dijî qeyûman weke gel em têbikoşin. Mesele aborî ye. Ji bo sererastkirina aboriyê divê nelirêtî neyê kirin. Divê em civakeke paqij ava bikin. Wê ev jî bi vîna gel bibe."   'HER TIŞTÊ PÊWISTIYA ME PÊ HEYE ZEM DIKIN'   Xwendekar Mûhammed Salih Nasir Son jî got ku rojê du caran li dormîşê siwar dibe û heqê ku ji stajê digire wê tev here heqê rêya wî û ev tişt gotin: "Heqê rêya min dike 9 TL. Wê 9 TL çawa têr bike. Her tiştê ku pêwistiyê me pê heye zem dikin. Kesên welat bi rê ve bidin biçin jî wê ev rewş zû bi zû sererast nebe."   'SÛCÊ ME ÇÎ YE?'   Giyasetîn Alinbay jî diyar kir ku rojê 3-4 caran li dormîşê siwar dibe û wiha pede çû: "Ji mûçeyê min ê teqawîtiyê 500 TL diçe heqê rê. Qeyûman tînin û piştre zeman dikin. Divê qê Tirkiye ket şer. Bi zanebûn dikin. Heke gel dengê xwe dernexe wê wiha bidome. Divê gel dengê xwe derbixe. Heke zem hatibe ser sotemeniyê sûcê gel çî ye? Divê dewletê vê bifikire. Mûçeyan zem kirin lê he bêtir zeman anîn ser pêwistiyan."   TIŞTA QEZENC DIKE DIÇE SOTEMENIYÊ   Ajokarê otobusê Ridvan Kayaş ku ji zarokatiya xwe ve ajokariyê dike jî ev tişt gotin: "Weke vê salê tu demê me zehmetî nekişandiye. Sala borî min mehê 10 hezar TL dida sotemeniyê. Îsal 25 TL didim. Heta êvarê dixebitî, tiştê qezenc dikî jî didî sotemeniyê. Tu wateya xebatê namîne. Em vê tehemûl nakin. Gel jî ji vê rewşê bibandor dibe. Heke piştî zeman gel dormîşa bi kar neyne em ê bêkar bimînin. Sotemenî gelek biha ye. Heke wiha biha nebe wê çerx bigere û wê milat ewqas zehmetî nekişîne."