Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê 2022-02-28 17:14:30   ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 12’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” vekiribûn.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Fatma Suren axivî û da zanîn ku di 22’yê sibatê de çûyê hevdîtina kurê xwe Ahmet Surme ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin. Suren, diyar kir ku di dema hevdîtinê de dirûşmên girtiyan û feryadên malbatên wan bihîstine û wiha domand: “Girtî, di greva birçîbûnê de ne. Lê gardiyanan ji me re gotin ku ‘greva birçîbûnê tune ye.’ Anku, heke darbestên wan jî derkevin dê haya me jê nebe. Girtî yek bi yek anîn û hevdîtin li odeyên cuda hat kirin. Hevdîtina me biqasî nîv saetê domiya. Girtî Vedat Erkmen, di 19’ê kanûna 2021’an de li qawîşa xwe jiyana xwe ji dest da. Girtiyan jî bi sedema binpêkirinên mafan û xetereya li ser jiyana wan, di 17’ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Rewşa 15 girtiyên di çalakiyê de baş nîne.”    'ZIL TÊ KIRIN’   Suren, bi domdarî anî ziman ku şert û mercên li girtîgehê her ku diçe girantir dibin û wiha bi dawî kir: “Kurê min got ku girtiyên nexweş hene. Zilm li wan tê kirin. Girtî dibêjin ku heta sepanên tecrîdê li ser wan hebin, dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em jî heta ku girtiyên nexweş tên berdan û tecrîda li ser wan bi dawî dibe, dê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin. Ez bi tena serê xwe bimînim jî dê vê nobetê bidomînim. Em dixwazin ku mafên wan bên qebûlkirin.”