6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin 2022-02-28 14:19:35 ENQERE - 6 partiyên muxalefetê metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin.   6 partiyên muxalefetê bi rojeva “Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî” ji bo ku bi raya giştî re pêşkeş bikin li Otela Bîlkentê hatin gelhev. Serokên Giştî yên CHP’ê, Îyî Partî, Partiya Saadet, Partiya Demokrat, DEVA û Partiya Pêşerojê, wê metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî ku ji 24 rûpelan pêk tê dê îmze bikin. Tê payîn ku metna “Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî” ji raya giştî re were parvekirin.